Cîhan

Li Tirkiye ji bo Reîsî rojekî şîn hate ragihandin

Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan, ji ber mirina Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li Tirkiyeyê rojek şîna neteweyî hat ragihand. Di vê derbarê de Erdogan got: “Di civîna hukumetê de me biryar da ku ji bo parvekirina êşên kûr ên gelên Îranê li welatê xwe rojeke şîna neteweyî bê ragihandin.”

Di daxûyaniya xwe Erdogan got: “Em ji ber koça dawî ya Serokê Komara Îslamî ya Îranê Îbrahîm Reîsî û endamên şanda pê re gelek xemgîn in. Ji bo birayên me yên di ketina helîkopterê de jiyana xwe ji dest dane rehma Xwedê dixwazim. Îran cîranê me yê sînor e. Gelê Îranê jî birayên me ne. Bi sedsalan e em heman erdnîgariyê parve dikin û mil bi mil di nava aştiyê de dixebitin. Heta îro, di rojên herî aloz de, Tirkiyê bi dilgermî piştgirî daye birayên xwe yên Îranî û di vê mijarê de helwesteke bê tawîz nîşan daye. Piştî ketina helîkopterê, me bi rayedarên Îranê re têkilî danî û hemû derfetên xwe seferber kirin da ku beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bibin. Ji niha û pê ve jî em ê bi heman hestan tevbigerin. Di civîna civata wezîran de me biryar da ku ji bo parvekirina êşên kûr ên gelên Îranê, li welatê xwe rojek şîna neteweyî were ragihandin. Dîsa ji birayên me yên Îranî re sersaxiyê dixwazim.”

Back to top button