Ji MOSSADê peyamek balkêş!

Piştî mirina Serokkomar û Wezîrê Derve yê Îranê Ebdulnahiyan, ji aliyê îstixbarata Îsraîlê MOSSADê ve peyamek kurt û balkêş hat belavkirin.
Helîkoptera ku ji aliyê DYAyê ve hatiye çêkirin û Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî tê de bû, ket xwarê. Hat ragihandin ku hemû kesên di helîkopterê de mirine, bi taybet serokkomar û Wezîrê Karên Derve Abdulnahiyan mirine.
Di derbarê de peyamek kurt û balkêş ji aliyê îstixbarata Îsraîlê MOSSAD ve hat weşandin. Qezaya balafira ku rêberê Îranê jî tê de jiyana xwe ji dest da, pirsa ‘Kujtin an qeza ye?’ jî bi xwe re anî. Kêşeyên demdirêj ên Îranê yên bi Îsraîlê re îhtîmala kujtinê derdixist holê.
Di vê derbarê ji servîsa îstixbarata Îsraîlê MOSSADê de peyamek balkêş hat. MOSSADê bi parvekirina vîdeoya Îbrahîm Reîsî bi nivîsa ‘The End – Dawî’ nûçeya mirina wî ragihand. Peyama MOSSADê ne qeza lê îhtîmala kujtina Reîsî û Abdulnahiyan zêdetir kir.


