Cîhan

Mehkûmiyeta Kobanî: Erdogan demokrasiyê têk dibe

Cezayên giran ên ku ji doza Kobanî derketin bû sedema berteka ku “Erdogan demokrasiyê têk dibe.” Tirkiye bi “Êrîşa li dijî pergala mafên mirovan a Ewropayê” û “guhnedana DMME” tê sûcdarkirin.

Doza Kobaniyê ku di nav wan de hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 108 siyasetmedar bi cezayên giran hatin darizandin, raserî bertekan hat. Rêxistinên mafên mirovan, siyasetmedar û pisporên Ewropî yên ku geşedanên li Tirkiyê ji nêz ve dişopînin, dema ku biryarên mehkûmkirinê şîrove kirin, hem bertek nîşan dan û hem jî fikarên xwe anîn zimên.

“Bi sûcên bêbingeh mehkûm kirin” Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) di daxuyaniya xwe ya çapemenî de got: “Tawanbarkirina 24 siyasetmedarên Kurd ên ku ji aliyê dadgeha Tirk ve bi sûcên sexte yên li dijî dewletê, encama dadgehkirinek siyasî û neheqiyê  ye”. Daxuyaniyê teqez kir ku ev mehkûmî piştrast dikin ku desthilatdarên Tirk sîstema dadweriya tawanan ji bo misogerkirina girtina keyfî û demdirêj a siyasetmedaran bi tawanên derewîn û pûçkirina jiyana nûnerên hilbijartî bi kar anîne”. Di vê derbarê de, Dîrektorê Ewropa û Asyaya Navîn HRW Hugh Williamson got:  “Dadgehkirina Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag û siyasetmedarên din ên sereke yên opozisyona Kurd di dadgehkirinek girseyî de, di kampanya çewisandinê de ya herî dawî ye ku piraniya dengdêrên Kurd ji nûnerên xwe yên hilbijartî bêpar hiştine, pêvajoya demokratîk têk bibe û axavtina siyasî ya qanûnî krîmînalîze bike”.

Williamson her weha anî zimên ku pûçkirina jiyana siyasî siyasetmedarên Kurd ên ku bi awayekî demokratîk hatine hilbijartin “bi tu awayî dawî li pevçûnên bi dehan salan ên bi PKK’ê re nayne”. “Wî derbeyek din li hêviyan xist” Dîrektora Projeya Piştevaniya Dozên Mafên Mirovan a Tirkiyê Ayşe Bîngol jî dema biryar nirxand got: “Bi van cezayan darbeyek din li hêviyên guhertinên erênî yên di warê mafên mirovan, serweriya hiqûqê û demokrasiya welêt xistin”.

Bîngol anî zimên ku cezayên dawî û binçavkirinên keyfî û siyasî bi awayekî eşkere pîvanên mafên mirovan ên navnetewî binpê dikin, biryarên DMMEyê li ber çavan nagirin û weha dawî li axavtina xwe anî:

“Divê civaka navnetewî êdî bijarteyek krîtîk bike: Gelo ewê bêdeng bimîne û rîska ku bibe şirîkê van kiryarên zordar, an wê ji bo destpêkirina pêvajoyên ku ji bo binpêkirinên bi vî rengî yên berpirsiyariyên navnetewî hatine destnîşan kirin, tedbîrên xurt bigire?”

Schwabe: Di doza bêwate de cezayê bêkêr

Parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat (SPD), Partiya Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, Frank Schwabe jî di nav van siyasetmedarên rexnegir de bû.

Frank Schwabe, ku di heman demê de serokê heyeta parlementoya Almanyayê ya li Konseya Ewropayê ye, li ser hesabê xwe yê medya civakî weha got: “Mesele pir hêsan e. Divê Tirkiye biryara DMMEyê bi cîh bîne. Divê Selahattin Demirtaş serbest bê berdan. Cezayê girtîgehê ya ku di dozek absurd de tê dayîn vê yekê naguherîne”.

“Êrîşek din li dijî sîstema mafên mirovan a Ewropayê”

Endamê Partiya Keskan Max Lucks, ku yek ji hevkarên hikûmeta koalîsyonê ya Almanyayê ye û Serokê Koma Meclîsê ya Almanya-Tirkiyê ye jî, bertekên tund nîşan da.

Lucks di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medya civakî de cezayên ku li Demîrtaş û Yuksekdag hatine birrîn wek “Êrîşek nû ya ku sîstema mafên mirovan a Ewropayê dike hedef” bi nav kir û got:

“Em li gel demokratên li Tirkiyê ne û daxwaz dikin ku Yuksekdag û Demîrtaş lezgîn bên berdan”.

“Erdogan tunekirina demokrasiyê didomîne”

Raportorê Tirkiyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor bertek nîşanî hevdîtinên Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmşek, ku hefteya borî li Brukselê civîn li dar xistibû, da.

Amor got. “Neheqiya ku li Demîrtaş tê kirin nîşan dide ku çima gerên Mehmet Şîmşek ji bo pêbaweriya aboriya Tirkiyê bifiroşe vala derketiye. Kiryarên bi vî rengî û pergala dadwerî ya xelet baweriya bi Tirkiyê qels dike”.

Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê Thijs Reuten jî daxuyanî da. Endamê Tifaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan (S&D) Reuten destnîşan kir ku cezayên bi dehan salan ên girtîgehê yên ku li Demîrtaş û siyasetmedarên din ên ku hatine mehkûmkirin tu hinceta xwe nîn in”.

Reuten biryara DMMEyê ya ji bo berdana Demîrtaş bi bîr xist û got:

” Divê encamên vê yekê hebin. Erdogan tunekirina demokrasiya Tirkiyê didomîne”.

Gelo Demirtaş berdêla gotina xwe ya “Emê te nekin serok” dide?

Pisporên navnetewî yên ku geşedanên li Tirkiyê ji nêz ve dişopînin jî di derbarê mehkûmên doza Kobanî de nirxandinên xwe parve kirin.

Gerînendeya Bernameya Tirkiyyê ya Enstîtuya Rojhilata Navîn a Washingtonê Gonül Tol jî got: “Tirkiye ji ber protestoyên 2014ê yên li Kobanî berpirsên berê yên partiya alîgirên Kurdan mehkûm kir. Dadgehê ji ber tehrîkkirina xwepêşandanan zêdetirî 40 sal cezayê girtîgehê li Demîrtaş birrî. Bi ya min dema xwepêşandanên Kobanî Erdogan fêm kir ku ewê piştgiriyê nestîne. Di sala 2015an de dema ku wî soz da ‘Erdogan neke serok’ ev rewş zelaltir bû û Demîrtaş jî ji bo vê sozê berdêlên giran dide Erdoğan. Ev bû sedem ku Erdogan bi netewperestên Tirk re tifaqê bike û mehkûmî wan bibe”.

DW

Back to top button