Polîtîk

Îmamoglu: Mehkûmkirina Demîrtaş û Ahmet Turk tu tiştî ji vî welatî re nayne

Mehkûmkirin û cezakirina Selahattin Demirtaş hem li Kurdistan û Tirkiyê û hem jî di qada navnetewî de raserî bertekan hat. Her çiqasî rêya temyîzê jê re vekirî be jî, biryar siyasî ye û bi vê yekê ji bo Kurdan astengkirina siyaseta legal tê xwestin.

Di vê derbarê de Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî bêdeng nema, mehkûmkirina Demirtaş û Ahmet Turk şermezar kir û di derbarê doza Kobanê û siyasetmedarên Kurd de axivî.

Îmamoglu, anî zimên ku ev biryar li ser bingehên siyasî hatiye dayîn û got: “Mehkûmkirina Demîrtaş û Ahmet Turk tu tiştî ji vi welatî re nayne”.

Îmamoglû got, heta ku biryarên di dozan de li ser bingehên siyasî bin, wê tu kes ne rehet be û weha got: “Li vî welatî bi taybet di demên borî de gelek cezayên siyasî hatin dayîn. Em li pişt biryarên cezayên siyasî yên îro hatin girtin, hatin darizandin û cezakirin. Navê wan Selahattin Demirtaş be, Ahmet Turk be jî ev mehkûm kirin tiştekî nade vî welatî. Bi vê kiryarê mirov ji bo vî welatî tiştekî bi dest naxe”.

Back to top button