Pûtîn dest bi guhertina kabîneyê kir
Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn biryar da ku di lûtkeya dewletê de guhertinên girîng ên karmendan bên kirin. Wezîrê Paraztinê Sergey Şoygu û Sekreterê Konseya Ewlekariyê Nikolay Patrushev ji kursîyên xwe bûn.
Li gor nûçeya kanala Telegramê ya Konseya Federasyonê, Pûtîn daxwaz kiriye ku Andrey Belousov, ku vê dawiyê di hikûmetê de cîgirê yekem ê serokwezîrtiyê dikir, bibe wezîrê berevaniyê.
Belousov cîgirê serokwezîr berpirsiyarê polîtîkayên aborî bû.
Aborînasê rûs Belousov, di sala 1959 de ji dayik bûye, li Zanîngeha Dewletê ya Moskowê beşa aborî xwendiye.
Sergey Şoygu, ku di vê peywirê de bû, li şûna Sekreterê Konseya Ewlekariyê Nîkolay Patrûşev hat wezîfedarkirin.
Kremlînê ragihand ku helwesta nû ya Patrushev wê di nav çend rojan de bê eşkere kirin. Di çapemeniyê de şîrove hatin kirin ku Patrushev dikare bibe Serokê Konseya Federasyonê.
Li gor agahiyên dawî, Wezîrê Karên Hundir Vladîmîr Kolokoltsev, Wezîrê Rewşa Awarte Aleksander Kurenkov, Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov û Wezîrê Edaletê Aleksander Çûîçenko wê di hikûmetê de peywira xwe bidomînin. Serokê FSB Aleksandr Bortnikov û şefê Dezgeha Îstixbarata Derve Serger Naryshkin jî wê kursiyên xwe biparêzin.