Amedspor bi coş hate pêşwazîkirin
Tîma Amed Sporê liga duyemin a TFFê de dileyze û di rêya şampiyoniyê serkeftinê destve tîne. Herî dawî 1-0 karî Samsunsporê û avantajek mezin bi dest xist, hefteyek beriya dawiya sezonê li Amedê bi coş hat pêşwazîkirin.
Tîma Amed Sporê ku di Koma Sor de li hemberî Somasporê bi ser ket, bi balafireke taybet hat Balafirgeha Amedê.
Alîgirên Amedsporê li balafirgehê kom bûn, meşale pêxistin û pêşwaziya leyiztikvanan kirin.
Lîstikvan, personelên teknîkî û rêvebir li otobusa ku li vir man siwar bûn û ber bi tesîsa klûbê ve derketin rê.
Temaşevanên ku bi wesayitên xwe ve otobusê di rê de dem bi dem otobus disekinîn û hezkirin nîşanî tîmên xwe didin.
Lîstikvanên ku hatin tesîsa klûbê ya li navçeya navendî Kayapinara ji aliyê temaşevanên li bendê bûn ve bi coş hatin pêşwazîkirin.
Lîstikvan derketin balkona tesîsê û silav dan temaşevanan.
Temaşevanan bi tevkariya def û lûleyan demekê dîlan gerandin, piştre belav bûn.