Cîhan

Di bûdceya berevaniyê ya Amerîkayê de 380 milyon ji bo Pêşmerge û artêşa Iraqê

Rêveberiya Biden ji bo bûdceya sala 2025’an a Wezareta Parastinê ya Herêma Kurdistanê, Iraq û Sûriyeyê ji Kongreyê daxwaza 528 milyon û 699 hezar dolarî dike. Ji vê pereyê zêdetirî 380 milyon dolar ji bo Pêşmerge û artêşa Iraqê ye.

Ev daxwaziya desthilata Biden ji Kongreyêre tê rêkirin û piştî lêkolîna komîteyên peywendîdar û pesendkirina her du Civata Nûneran û Senatoyê, vegere Koşka Spî û bi îmzeya Serok Joe Biden bibe yasa û sala bê were jî bê cîbicîkirin.

Wezareta Berevaniya Amerîkayê roja Duşemê pêşniyara bûdceya xwe ya sala 2025ê eşkere kir, ku tê de 528 milyon û 699 milyon dolar alîkarî bo Hêzên Pêşmerge, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hêzên Iraqî tê xwestin.

Li gorî bûdceyê 380 milyon û 758 hezar dolar ji bo hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî û 147 milyon û 941 hezar dolar jî bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk be.

Alîkarî dê li ser perwerdekirin û çekdarkirina hêzên li dijî DAIŞ’ê şer dikin.

Back to top button