Polîtîk

Kiristiyan hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê boykot dikin

Partî, Dezgehên sivîl û komeleyên Kiristiyanên Kildanî, Siryanî, Aşûrî û Ermenî civîyan û konfiranseke rojnamevanî de helwesta xwe li ser hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Herêma Kurdistanê diyar kirin. Di konferansa rojnemevanî de gotin:“Biryara Dadgeha Federalî pêngavek bû ji bo lêdana pêkvejiyanê û zêdegavî û binpêkirina destûr û qanûnê”.

Dan xûyakirin ku, Biryara Dadgeha Federalî ku kursiyên kutayan hilweşandin ji verêja şaşiyeke dîrokî ya YNKyê bû .

Behsa wê yekê jî kirin ku, sîstema kutayê (Kontenjan) ya Perlementoya Kurdistanê, ku her li sala 1992ê hatiye pejirandin û kar pê hatiye kirin, bingehek e ji bo nûnerîtiya siyasî ya Kiristiyan û Tirkmenan li Perlementoya Kurdistanê, ji ber ku Ermenî, Kildan, Siryan û Aşûrî wekî pêkhat û kêmaniyên neteweyî û olî nikarin pêşbirkê di hilbijartinan de bikin ji ber zêdehiya hejmara pêkhata neteweya Kurd û nebûna derfeta hevseng ji aliyê hejmara ve.

Tekez jî kir ku, ew wekî hêz û aliyên nav Hevpeymaniya Yekîtiya Neteweyî di gera pêncê ya Perlemana Kurdistanê û hevpeymaniya Hemorabî de ku piraniya dengên wan ji bajar û gundên Kurdistanê û deşta Neynawayê û Îraqê hatine bidestxistin, radigehînin ku dê hilbijartinên Perlementoya Kurdistanê boykot bikin, wekî redkirina wê şaşiya dîrokî ya Dadgeha Federalî û YNKyê li beranberî pêkhatên Kildanî, Aşûrî, Siryanî û Ermenî.

Dan xûyakirin ku, biryara wan manaya dawiyê nîne, eger xelkê wan daxwazê jê bike ku tevlî hilbijartinan bibin helwesta xwe berçavre derbas dikin.

Di daxûyaniya hatî dayîn de îmza van partî û Rêxistina heye:

Partiya Yekîtiya Demokratî ya Kildanî

Hevbenda Kildanî ya Cîhanî

Partiya Bizava Kombûna Siryanî

Tevgera Şilama ya Karûbarên Kiristiyanan “Kildan, Siryan, Aşûrî û Ermen”

Partiya Civata Neteweyî ya Kildanan

Komîteya Birêveberiya Taîfa Ermenên Ortodoks

Komeleya Rewşenbîrî ya Ermenî

Hevpeymaniya Yekîtiya Neteweyî – Herêma Kurdistanê

Hevpeymaniya Hemorabî – Îraq

Back to top button