Civak

Li Rojavayê Kurdistanê dayik doza zarokên xwe ji PKKê dikin

Li Rojavayê Kurdistanê revandina zarokan ji aliyê çekdarên PKKê ve herdemim berdewame. Gurubek çekdarên PKKê bi navê leşkeriya icbarî zarokan ji bazara, ji malên wan bi darê zorê dibin wan bi çek dikin û têxin nav şer de. Gelek cara revandina zaroka bûye babetê nûçeyan û malbat ketine dûv zarokên xwe da ku çarenûsa wan bizanin, lê tu encamek destve neanîne.

Li Hesekê, dayikên  ku zarokên wan ji aliyê çeteyên girêdayî PKKê û Malum Ebdî bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatine revandin, li pêş baregeha Mazlum Ebdi ketine grevê û doza zarokên xwe dikin. Lê heta wek vê gavê Ebdî bersiveka van malbata nedaye.

Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.

Malbatên zarokên revandî jî kiryarên Tevgera Ciwanên Şoreşger şermezar dikin û bang li rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar dikin ku fişarê li Rêveberiya Xweser û HSDê bikin ta ku çarenivîsa zarokên wan diyar bikin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button