Civak
Şewatek mezin li bazara Langa ya Hewlêrê çêbû
Şevîdin li Hewlêrê agir bi bazar Langê ket.
Li gor texmînan nêzîkî ji sedî 40ê dukanên bazarê şewitîne û 2 hezar û 400 dukan hene, lewma îhtimala şewitîna zêdetirî 800 dukanan heye.
Şêva burî demjimêr 19:20ê êvarî, agir bi bazarê ket.
Her çend tê gotin ku sûk xwedî pergalek pêşkeftî ya vemirandina agir e, lê ew nehat bikar anîn û şahidan got, “ew nexebitî.
Piştî nêzîkî sê saetan ji bûyerê, 18 tîmên berevaniya sivîl a Hewlêrê karîn agir kontrol bikin.
Ev ne cara yekê ye ku agir bi bazara Langa ya Hewlêrê dikeve; Di Cotmeha 2018an de agir bi sûkê ketibû û bi sedan dikan şewitîn.