Cîhan

Serokwezîrê Kurdistanê senatorên Amerikire civiya

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser tora civakî ya Xê ragehandiye, “Di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Waşintonê de, em bi Senator Jack Reed û Roger Week re civiyan. Em di wê civînê de li ser parastina seqamgiriya Herêma Kurdistanê û berdewamiya piştevaniya Pêşmergeyan ji aliyê Amerîkayê û Hevpeymanan ve hevnerîn bûn”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa nivîsiye, “Piştî civîna bi Serokê Lijneya Hêzên Çekdar a Civata Pîran a Amerîkayê Senator Jack Reed û hejmareke din a senatoran re, tekez li ser parastina seqamgiriya Herêma Kurdistanê û herwesa berdewamîdana bi arîkariyên Amerîkayê ji bo hêzên Pêşmergeyan hat kirin”.

Mesrûr Barzanî herwesa amaje daye, “Di civîna li gel Serokê Lijneya Hêzên Çekdar a Kongirêsê de, tekez li ser rêzgirtina li qewareya federalî û destûrî ya Herêma Kurdistanê hat kirin”.

Back to top button