Ez Siyonistim

Serokê Amerîkayê Joe Biden got, “Ji bo ku hûn bibin sîyonîst ne hewce ye ku hûn cihû bin. “Ez siyonîst im. Ger Îsraîl tunebûya li dinyayê yek cihû jî dê ne ewlehiyêdebûya.”
Biden wek mêvanê bernameya ” Night With Seth Late Meyers (Dengê Şevê Bi Seth Meyers)” a kanala NBCyê bersiva pirsên der barê rojevê da.
Biden bersiva pirsa li ser agirbesta li Xezeyê da û got, “Rêyek li pêşiya me heye, lê rêyek zehmet e.”
Biden der barê rewşa girtiyan de jî got, “Berî her tiştî divê esîr bên berdan” û diyar kir ku wan bi aliyê Îsraîlî re li hev kirine ku “di meha Remezanê de çalakiyên xwe rawestînin.”
Biden bal kişand ku divê Îsraîl firsendê bi kar bîne da ku ji bo xwe û filistîniyan aştiyek hebe û wiha got: “Ji bo ku hûn bibin sîyonîst ne hewce ye ku hûn cihû bin. “Ez siyonîst im. Ger Îsraîl tunebûya li dinyayê yek cihû jî ewlehiyê de nedibû.”
Biden diyar kir ku dibe agirbesteke demkî pêk were, dikare ber bi riyeke din ve biçe û destnîşan kir ku di rewşeke wiha de çareseriya du dewletan ku ewlekariya Îsraîlê û serxwebûna Filistîniyan garantî dike, divî pêkwerê.