Civak

90 saliya serhildana netewî

 

 

Serîhildana 1925an ya Kurdistanê di 13.02.1925 an de destpêbibû. Rêxistina Azadîyê jibo di Newroza 1925 an de  serîhidanekê lidar bixe amadekarî dest pê kiribû.  Dewleta Tirkiyê ji vê amadekariyê agahdar bû. Û jibo ku rê li ber vê bigire,  Serokê Rêxistina Azadîyê Xalid Begê Cibrî hate girtin û ji aliyê Dewletê ve hate darvekirin. Paşê jî jibo serîhildan bêyî ku amadekarî temam bibin bê dest pê kirin,  provakasyonek ji aliyê dewletê ve hate tertîb kirin û serîhildanê ji wexta tesbît kirî zûtir dest pê kir. 

Piştî girtina Xalid Begê Cibrî û piştî ku serîhildan bi awayekî bê wext destpêbû, Şêx  Seîd  wek serokê serhildanê derket pêş. 

 Serîhildana 1925an ango Serîhildana Şêx Seîd,  yek ji tevgerên herî girîng ên Rizgarîxwaz û  Neteweyî yên Bakurê Kurdistanê ye. Şêx Seîd di nava gel da piştgirîyeke mezin stend û hejmarek gelek ji xelkê  di nava tevgera rizgarîxwaz de  cîh girt.

 Jiber vê yekê jî, êdî ev  tevger bi navê Şêx Seîd hate bi lêv kirin û yadkirin. Gelê Kurd û Kurdistanê, hêsîr bûn qebûl nekiriye û di dîroka xwe de gelek caran jibo azadîyê serîhildaye.Û di  sala 1925an de  ango berî niha 90 salan ji bo mafên xwe yên netewî xelekek din li ser zîncîreyên berxwedana mafê xwe zêde kiriye,   li himber zilma li Kurdistanê  serhildana xwe da destpêkirî ye. Ev  tevgera di demeke kurt da belav bû û piştgiriyeke mezin ji xelkê Kurdistanê stand,  gelek bajar û bajarokên Kurdistanê bi dest xist û hêvî yên rizgarî ya netewî şîn kir.

Mixabin ji ber êrîşên dijwar ên hêzên Dewleta Tirkîye û hinek sebebên din, tevger têk çû, bi hezaran Kurd hatine kuştin, qetl kirin. Şêx Seîd û bi dehan rêberên tevgerê  hatin darvekirin.Ew  şikestin  di heman demê de bû dîroka  surgun kirina kurdan  jî.               

Lê  têkoşîna doza azadîya Kurd û Kurdistanê nerawestiya ye. Gelek serîhildan lidarketine. Û îro jî ev têkoşîna bi awayekî girseyî tê meşandin.Ev pêvajoya nû dibe destpêkek jibo  ku ji nûve nivîsîna dîroka gelê Kurdistanê û bi dest xistina mafê wî yê rewa. Êdî çerxeke nû destpêdike. Bi hêvîyeke mezin û bi biryarî em ê hewl û têkoşînê bidin ku vê çerxa nû ji  gelê Kurd û Kurdistanê re bibe dahatûya azadiyê.

Bi van hestan, bi minasebeta 90 salîya serîhildana neteweyî ya 1925an,  em  Şêx Seîd û hevrê yên wî  û hemû şehîdên Kurdistanê bibîrtînin, bejna xwe li ber wan ditewînin. Em dixwazin îtîbara Şêx Seîd, Seyîd Riza û Seîdê Kurdî paşve bê vegerandin û cihê qebrên wan bên eşkere kirin. 13.02.2015

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)

Back to top button