Polîtîk

Hevditinên PAKê berdewamin

KADEPê û PAKURDê Li Amedê Seredana Navenda Giştî ya PAKê Kirin

Heyetên KADEPê û Partîya Kurdistanî(PAKURD) îro(13.02.2015)  li Amedê cuda cuda seredana PAKê kirin.Herdu heyet jî ji alîyê Serokê Giştî yê PAKê rêzdar Mustafa Özçelik û rêvebrên PAKê ve hatin pêşewazî kirin.

Heyeta KADEPê ya ku ji Serokê Giştî yê KADEPê rêzdar Lutfi Baksi, Serokê Bajarê Amedê yê KADEPê rêzdar Ciwanroj Ceyhan û Rêveberê  Bajarê Amedê yê KADEPê Mehmet Emin Çiçek pêk hatibû

Heyeta PAKURDê ji Pêşengên PAKURDê rêzdaran  İbrahim Halil  Baran û Bulend Aşkan û endamên Dîwana Serokatîyê rêzdaran  Aysel Ek ve Baver Yavuz pêk hatibû.

Serokê Giştî yê PAKê rêzdar Mustafa Özçelik xêr hatina herdu heyetan kir.

Herdu heyetan jî di hevdîtinan de, pîrozbahî û spasîya PAKê kirin.

Di hevdîtina PAK û KADEPê de, Heyeta KADEP’e got ‘’em wek îade-î zîyaret jî li vê derê nin’’. Di derbarê hilbijartinan, pirsên giştî yên Kurd û Kurdistanê û peywendîyên herdu Partîyan de  guftûgo hatin  kirin. Herdu alîyan jî pêwistîya pêşde birina peywendîyên PAKê û KADEPê bilêv  kirin.

Hevdu dîtina PAKê û PAKURDê di atmosfereke germ de derbas bû.

Herdu alîyan jî behsa nêzîkbûna fikrên herdu alîyan yên di gelek xalên esasî de kirin û piştrast kirin ku, pêwîstî bi nêzîkbuna partî,rêxistin û dor û berên Kurdistanî heye. Herweha di derbarê hilbijartinan û pirs û pirsgirêkên Kurdistanê de bîr û rayên xwe bilêv kirin.

Hevdîtina heyeta PAKê û KADEPê jî  ya PAKê û PAKURDê jî bi  awayekî dostanê, berhemdar û welatperwerane derbas bû. 13.02.2015

 

Serokê PAKê Li Amedê Seredana Komeleya Xwenasîyê  Kir.

Serokê Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) rêzdar Mustafa Özçelik  li gel Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê rezdar Nuri Sınır û endama Bireveberîya Navendîya PAKê  rêzdar Nesrin Askar îro(13.02.2015) li  Amedê  seredana Komeleya Xwenasî ya Amedê kir.

Heyeta PAKê ji alîyê, Berdevkê Komeleya Xwenasîyê rêzdar Fikrî  Amedî , Serokê Komeleya Xwenasîyê yê Şaxa  Amedê rêzdar Burhan Sulun û endamên Komeleya Xwenasîyê rêzdaran Dizdar Aytek û İdris Yıldırım ve hate pêşewazî kirin.

Serokê Giştî yê PAKê rêzdar Özçelik,bal kişand ser  girîngî û pêwîstîya dan û stendin û  dîyalog û yekitiya dor û berên Kurd û Kurdistanîyan . Herweha  got ‘’jibo hûnandina yekitiîya neteweyî  jî, divê her kes rêzê li bîr û bawerî , fikir  û siyasetên cuda bigire.Divê em hevdu qebûl bikin.’’

Berdevkê Komeleya Xwenasîyê rêzdar Fîkrî Amedî jî, jiber vê zîyaretê spasîya xwe bilêv kir  û pîrozbahîya PAKê kir. Rêzdar Fîkrî Amedî,  pêwîstîya dîyalog û rêz girtina di nava Kurdan de bilêv kir û  got ‘’ Bîr û bawerî û fikrên cuda  dewlemendîya civata me ye. Divê her Kurdistanî jibo jiyandin û geş kirina van nirxên heyî pêkve xebatê bimeşînin’’

Hevdîtina PAKê û Komeleya Xwenâsîyê  di atmosfereke dostane, germ û bi sohbeteke berhemdar derbas bû. 

Berdevkê Komeleya Xwenasîyê rêzdar Fîkrî Amedî, wergêra xwe ya bi navê ‘’QUR’ANA KERÎM  Û MEALA WÊ YA KURDÎ’’ hedîyeyî Serokê Giştî yê PAKê rêzdar Mustafa Özçelik kir. Rêzdar Özçelik jî spasîya wî kir.13.02.2015

Back to top button