Civak

Divê jin di civatê de bêne bi hêzkirin

 

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta roja cîhanî ya parastina jina ji tundî û tujîyê daxûyaniyek ragihand.

Daxûyaniya  Nêçîrvan Barzanî bi vê awayî ye:

Bi minasebeta roja cîhanî ya berevanîkirina tundiya dijî jinan de, tekez li ser îradeya xwe ya siyasî ya piştgîrî û karên xwe yên berdewam yên li ser pirsa dadweriya civakî û wekheviya zayendî û cênderiya li Herêma Kurdistanê dikîn.

Li 2007 ve salane Herêma Kurdistanê li vê helkeftê de helmetên şanz deh rojî ya ji bo çirkirina kar û çalakiyên bi armanca nehiştina tundutîjiya zayendî û cênderî û dabînkirina dadweriyê radigihîne. Ji bilî dijwariyan, bi taybetî piştî serhildana Da’îş û tawanên wê û jenosayda Êzîdiyan ku bûne sedema dirustbûna qeyraneka mezina mirovî li Herêma Kurdistanê, kariye bi awayeke dirust û hêja muamele li gel rewşê de bike.

Hemû qeyran û şer civakê têkdidin, hengavan paş dixin û dibin cihê tundiyê, jin jî qurbana serekiya vê rewşê ne, ji bo wê yekê, li vê rojê da û ji bo vê erka pêwîst û girîng, tekez li ser berdewamî û hemahengiya Serokayetiya Herêmê li gel desthilata bi cîhkirin û civaka medenî û mamostayên olî û ajansên Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên navxweyî û navdewletî dikîn.

Li vî warî de, Serokayetiya Herêma Kurdistanê nêrîneke stratejik ya berfireh dariştiye ku nexşerêyeke ji bo parastina maf û geşepêdan û bihêzkirina pêgeha jin li civakê û bi hemahengiya li gel aliyên peywendîdar jî kar li ser dikin, daxwaz li hemû çînên civaka Kurdistanê dikîn bi awayeke çalakane li encamdana kar û çalakiyên şanz deh rojiya berevanîkirina tundiya dijî jinan de beşdar bibin.

Hêviya serkeftinê ji bo hemû aliyek dixwazîn.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
25.11.2019

Back to top button