Li Tirkiye pirsa Kurd Demokrasi

Li Stanbulê di civînek hevbeş a CHPê û HDPê de pirsgirêkîn Tirkiye hatin gotubêj kirin û di vê mijarê de behsa “Pirsa Kurd“ jî hate kirin.

Li Tirkiye dema siyasetmedarên CHPê û HDPê û piraniya aliyên siyasî ku li parlementoyê de ne, behsa pirsa Kurd dikin, pirsa wan wek pirsek ya Demokrasiya Tirkiye dibinîn.

Gelek bi hesanî dibêjin ku, “Eger demokrasi bê Tirkiye pirsgirêkên Kurda ji xwe ve çareser dibin. Herweha vê mijarê ve gêrêdayî pirsa Kurd bi hinek îdeolojiyan ve girê didin.

Di civînê de seroka CHPê ya şaxa Stanbulê Canan Kaftnacioglu diyar kir li Tirkiyê heta kêşeya demokrasî çareser nebe kêşeya Kurd dê her berdewam be û ji bo vê bal kişand ser girîngiya hevkariya aliyên opozîsyonê.

Canan Kaftancioglu dibêje: “Kêşeya Kurd kêşeya me ya hemûyan e. Ji wê girîngtir kêşeyek din heye ku ew jî kêşeya demokrasiyê ye. Her du jî girêdayî hev in û heta pirsgirêka demokrasî çareser nebe kêşeya Kurd jî çareser nabe. Bi empatî û bi rêbazên siyasî pirsa Kurd di demek kurt de çareser dibe. Ji bo çareyek bê peydekirin divê aliyên pêwendîdar xwedî feraset bin”

Palementerên HDPê jî di derbarê pirsa Kurd de dîtinên xwe gotin. Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlîoglu got: “Bi tayînkirina qeyûman fişarek li ser HDP tê kirin. Bi sed hezaran Kurd gelek bi hêrs in û ji me re gotin êdî ji parlamentoyê xwe vekêşin lê me biryar da ku em ê venekêşin. Kurd ji bo çareseriyê hazir e lê aliyê Rojavayê Tirkiyê guh nade kêşeya Kurd. Loma Kurd tene tên hiştin û ev jî tişteke ne baş e.”

Parlamentera HDPê Huda Kaya jî dibêje: “Li Tirkiyê kêşeya herî mezin kêşeya miletê Kurd e. Hêj ev kêşe nehatiye safîkirin. Ji bo ku çareserkirina kêşeya Kurd aliyê opozîsyon û desthilatdarê werin cem hev, divê desthilatdar hebûna kêşeyan qebûl bike lê qebûl nake. Aliyê opozîsyonê jî li ser meseleyê bi ciddî kar nake. Loma civat ji pêşeroja xwe zêde ne bi hêvî ye.”

Pirsa kurd li Tirkiye û li hemû welatên ku Kurdistan di nav xwe de dabeş kirîn de, pirsa miletekî bindeste û pirsek NETEWÎ ye. Vê yekê ve girêdayî heta kurd bi xwe li ser çarenûsê xwe biryarê nedin pirsa Kurd çareser nabe.

Ew dîtina ku dibêje heta demokrasî li Tirkiye bi cih nebe pirsa Kurd nayê çareserkirin ne raste û ev dîtin bi tenê pirsa kurd wek pirsek civakî û darayî dibîne. HDP li Tirkiye di çerçova vê îdeolojiyê de li pirsa Kurd dinirxîne. HDP pirsa Kurd wek pirsgirêka neteweyî nabîne. Ji bo vê yekî heta ku aliyên Kurd siyasetmedarên kurd, rewşenbîr û akilmendên Kurda vê rastiyê nebînin û pirsa Kurd li ser bingehê destxêtina mafên rewa yên netewî nenirxînin, ew ji derê pirsa Kurd xwe bi tiştên din ve mijûl dikin.

Eger tu li dijê xeta netewî bî, eger tu li dijê dewletbûna Kurda bû, eger tu li dijê nav û Ala Kurdistanê bî, gelo çewe tu mafê Kurda diparêzî? Li Tirkiye HDP û siyaseta ku HDPê bi Qendilve girêdayî rêve dibe , tê hesabê aliyên Tirk û ew jî bi gelek zanebûn pirsa Kurd di kesayeta HDPê û PKKê de bi zanebûn didin nasandin û êrîşê Kurda dikin.

Gotinek Kurdî heye dibêje: “ Eger mezinê te Pilo be , dê xwarina tê sor çilo be“

Heta ku nûnerê Kurda PKK/HDP be, bila kesek xwe nexapîne û behsa Pirsa Kurd li Tirkiye û bakurê Kurdistanê neke. Dewsa ku ew pirsa Kurd, li ser xetek Netewî biparêzin behtir Kurda ber bi asîmilekirinê ve Tirkiyebûnê ve dibin û pirsa Kurd li ser bingehê Netewî didin aliyekî û dikin bi tenê pirsek civakî.

HDP wek ku ew dibêjin partiyek ya Tirkiyeye. Xwe wek partiyek Kurd nabînin. Eger îro li bakurê Kurdistanê axavtina Kurdî aloz bibe û behtir xelkê berê xwe dabê axavtina Tirkî, li gel siyaseta Dewletê ya asimilasyonê PKKê jî ji vê yekêr bûye hevkar. Wek mînakî hesanî. Kurdên beşên din yên Kurdistanê, ku yek xeber Tirkî nizanin, dema tevlî PKKê dibin hemû hînê zimanê Tirkî dibin û siyaseta xwe bi zimanê Tirkî dikin.

Ji bo vê yekê ev siyaseta şaş ji bo pirsa Kurd ji çareseriyekî behtir asteng e.

Nûçe/Analîz

N.Firat

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: