Polîtîk

Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Amerîkî dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi amadebûna Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî pêşwazî li şandeke Amerîkî bi serokatiya Şêwirmendê Serkirdeyê Komariyan di Encûmena Senatan de Robert Kerîm kir.

Di hevdîtinê de, ku Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Toler amade bû, guhartinên Iraq û navçê hatin guftûgokirin. Tekez li ser berdewamiya hevkarîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate kirin û bi taybet hêza Pêşmerge û hevahengiya wê bi hêzên Iraqî re, bo rûbirûbûna gefên teroristên DAIŞê.

Herwiha şanda mêvan piştevaniya xwe bo proseya guftûgoya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de derbirî û tekez kir, Amerîka Herêma Kurdistanê wek hevpeymaneke xwe ya girîng li navçeyê dibîne.

 

Back to top button