Civak

55 Kurd li Ewrûpa ji ber Korona canê xwe ji destdan

Ji ber belavbûna şewba Korona li Ewrûpa sedan Kurd pêketî û tûşî Korona bûn û dehan Kurd jî canê xwe ji destdan.

Şewba Korona bandora herî zêde li ser Kurdistaniyên li Almanya, Fransa, Belçîka, Brîtanya, Holanda û Swîsre kiriye. Li gor zanyariyan milyonek û 500 hezar Kurd li Almanya dijîn. Almanya zêdetirîn hejmara Kurdan li nav welatên Ewrûpa da têda heye. Ji niha de bi giştî li Almanya 120 hezar kes tûşî Koronayê bûne. Her çende hejmara wan kesên ji ber wê şewbê canê xwe ji destdane li gor qebareya belavbûna şewbê kême, lê belê ji ber ku heta niha çareseriyek ji bo rûbirûbûna Korona nehatiye dîtin, roj bi roj dilgiraniyên wan zêdetir dibin.

Li gor hinek amaran heta niha 55 Kurd li Ewrûpa ji ber şewba Korona canê xwe ji destdane û 955 kes jî tûşî şewba Korona bûne. Temena zêdetirê qurbaniyên şewbê li dewrûbera 60 salî daye, lê belê ji bilî wê jî zarokên 4 salî jî li nav wan de heye ku canê xwe ji destdaye.

Li Brîtanya zêdetirîn Kurdistaniyan ji ber Korona canê xwe ji destdane, paşê welatên Almanya, Swêd û Fransa tê.

Brîtanya 20 kes, Almanya: 11 kes, Fransa 9 kes, Swêd: 10 kes, Belçîka: 5 kes.

Back to top button