Polîtîk

Karmendekî Asayîşa Pênciwên rûdana girtina Selîmî eşkere kir

Mistefa Selîmî ew kese ku berî çend rojek ji aliyê Asayîşa Pênciwên ve hate girtin û paşê radestî Îranê kirin û îro serê sibehî li zîndana Seqiz hate sêdaredan.

Mistefa Selîmî Pêşmergeyê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê bû û bi tawana endamêtiya wê partiyê, sizaya girtina siyasî ya heta hetayî ji bo wî derketibû. Piştî wê yekê ku li girtîxaneya Seqiz li gel 80 girtiyên din reviyan. Roja sê ya nîsanê li rêya gundê Kendesûra Banê ku hevtixûbê Herêma Kurdistanê ye, aliyê din jî gundê Siyagozê ya bajaroka Germkî ya ser bi Pênciwêne dimîne.

Ew kesê Selîmî radestî Îranê kiriye pileya wî ya Mulazim Ewel heye li Asayîşa Pênciwên, heman demî de Nûnerê Lahor Cengî ye.

Yek ji karmendên Asayîşa Pênciwên ku li nêzîk ve agahdarê rûdanê ye û li gel girtina Mistefa Selîmî beşdarî kiriye ji bo rojnameya “Uşe” axaftiye û dibêje: Ew kesê serpereştiya girtin û radestkirina Mistefa Selîmî kiriye, pileya wî ya Mulazim Ewel heye li Asayîşa Pênciwên, heman demî de Nûnerê Lahor Cengî ye li Pênciwên û dewrubera wê.

Karmendê Asayîş dibêje: Em 15 karmendên Asayîşê bûyîn bi Ambulans em çûn dûv Mistefa Selîmî (Nizanim kî xeber dabû), dema em çûyîn, li ber mizgeftek rûniştibû.

Karmendê Asayîş ku navê xwe ji bo rojnameya “Uşe” gotiye, balê dikşîne li ser wê yekê dibêje: “Mirovekî wêrek bû, û got ez ji Îranê ve hatime û dixwazim babetek ji bo we eşkere bikim”. Li dirêjahiya axaftina xwe de got: “Li nav ambulansê bûyîn, li rêde em rawestan û me ew xiste nava Mekzemînekî Asayîşê û Toyotayek jî li gel me bû”.

Her wiha dibêje: “Nûnerê Lahor telefona me kir ku bîbîn Binkeya Asayîşê, çend demjimêrek li wir ma û paşê dû kes hatin û ew birin.

Karmendê Asayîşa Pênciwên dûpat dike ku beşekî zêdeyê karmendan ji wê yekê bêzar bûn û lê desthilata wan nebû vê yekê rawestînin.

Serê sibehiya îro şemî 11ê Nîsanê li girtîxaneya navenda Seqiz, Mistefa Selîmî bi fermana Îtlaata Supaya Pasdaran ve hate sêdaredan.

Back to top button