Nivîsar

Her kurd dibin qurbanî, xeta netewî rêya azadiyê bi hêz dike

Li Kurdistana Rojava rewşek gelek nexweş heye û di êrîşa Tirkiye de gelek xelkê sivîl, jin û zarok jî di nav de bûne qurbanî. Herdu aliyên sinor kurdin. Li Qamîşlo  jî Kurd têne kuştin , li Nisêbînê jî yên têne kuştin cardin kurdin. Herdu aliyan de jî xelkê sivîl yên jiyana xwe ji dest didin û ji mal û warên xwe koçber dibin cardin kurdin. Tu tiştek vê rastiyê naguhere. Tenê sekinandina şer dikare bibe çareseriyek ku birînên hatin vekirin bi awayekî derman bibin.

Eve demek dirêje Tirkiye amadebûna vê êrîşê dikira. Herkesekî dizaniya ku , dê Tirkiye êrîşê rojavayê Kurdistanê bike. Di encam de pişgiriya Rusya û rêdana Amerikayê ev êrîş hate kirin. Kurd cardin ketin di nava agirekî de û qurbanî dan.

Di dîrokê de Amerika û Rusya du cara li Rojhilata Navîn lihev kirine. Herdu cara jî ev li hevhatin li ser hesabê Kurda hatiye kirin. Sala 1975ê bi peyaman xiyanetê ya Cezayir û niha jî li ser êrîşa Tirkiye ya rojavayê Kurdistanê.

Bê guman hinek rewş û bûyerên li ser erdê çêdibin hizir û dîtinan jî diguherin. Heta niha PYDê behsa  Kurdistanê nakira û her di lîtaratura xwe de digot Rojava. Ji xwe pêvetir rê nedan aliyek din ku bibin şirîkê desthilatê li Kurdistana Rojava. Lê piştî vê êrîşa Tirkiye gotin û daxûyaniyên PYDê hatin guhertin. Behsa Kurdistanê dikin û gelek ciha bi Ala Kurdistanê û sembolên PYDê ev êrîş hate protesto kirin.  Her çikas ne temamî bê jî mirov dixwaze bawer bike ku, PYD li siyasetek Kurdistanî vedigere. Eger  ev yek çêbibe dibe destkeftinek  herî mezin.

Niha ew roje ku, PYD tevî hemû dam û dezgehên pêve girêdayî, li ser prensibên peymana  Hewlêr bangî hêz û aliyên din bike. Bangê ENKSê û Pêşmergeyên Roj bikin. Hêzek hevbeş Kurdistanî li Rojavayê Kurdistanê bê ava kirin.

Siyaseta Amerika ne siyasetek istikrare, li gora berjewendiyên rojane dikare bê guhertin. Amerika şerê li dijê DAÎŞê ser hemû tiştekîre digire. Lê vê carê rê da ku cardin DAÎŞ li herêmê şûnve vegere, 12 hezar çekdarên DAÎŞê girtiyên HSDê ne. Dema şer berdewam be HSD nikare van girtiyan biparêze. Dê hinge cardin DAÎŞ bibe tehdita herî mezin li ser mirovatiyê.

Ji dinyayêre eşkere bûye ku, hêza DAÎŞê ji aliyê Kurdan ve hate têkbirin, şerê li dijê DAÎŞê de kurda ne tenê DAÎŞ têkbirin, cîhan jî ji felaketek mirovatî xilas kirin. Lê mixabin ev yek nehat dîtin.

Doh li başûrê Kurdistanê, îro li rojavayê Kurdistanê ji bilî Fransa xiyanet li Kurda hate kirin. Ispat bû ku kurd dikarin xwe û axa xwe li himber DAÎŞê biparêzin, lê hêdî nikarin dinyayê, Amerika û Ewropa biparêzin. 12 hezar DAÎŞê di girtigehande dikare cardin bibe tehdîta herî mezin.

Gerek hêdî li rojava îdara xweser xwe wek îdareyek Kurdistanî bide naskirin û vê pişgiriya hemû Kurda ji bo rojavayê Kurdistanê bi wateyek netewî û Kurdistanê binirxîne û rêya ku kurd hemû li ser xetek netewî yekitiyekî Kurdistanê pêkbînin vekin.

Nûçe/Aliz

Back to top button