Dosya

Dîrok binav dibe

Kovara Economist di derbarê Heskîfê de makaleyek  nivîsî û behsa dîroka Heskîfê dike û dibêje Binavkirina dîrokê.

Economist ji bo Heskîfê dinivîse:Heskîf cihe ku mirov jê têrnabe. Lingên pira Heskîfê her yek wek avahiyekî mezinin,Ev pir ji gelek kevne û li ser ava Dicleyê bilind dibe.Gelek şikeft hene ku ji dema Neotolik mane û hêja hinek wan wek xanî, mal têne bi karanîn,hinek jî wek guvên ajala têne bi karanîn.Jora van şkefta kelhek dixweyê ku ji dema Bîzansiyan maye.Mizgeftek ku ji dema Eyubiya dixweyê û sedan kilên qbra rêz bûne.Tê zanîn ku di binê wan de , di binê axa Heskîfê de bi hezaran eserên arkeolijik weşartîne.

Niha 3 hezar niştecî li Heskîfê hene. 12 hezar sala vê deverê binemaliya bi dehan medniyeta kiriye û di cîhanê de cihê ku herî zêde û berdwamî xelk lê jiyayî Heskîfe.Lê çend mehek din hêdî tiştek jê namîne.

Kovar dide xûyakirin ku, ew gelî hemû ji avê tejî dibe,136 kîlometre dirêjahî dibe gola avê,bi hezaran cih dimîne di bin avê de. Pispor dibêjin ku 100 hezar kes ji cih û warên xwe dibin. Heta roja 8.10.2019ê dive nişteciyên Heskîfê malên xwe vale bikin û derkevin. Ev ji bo wan roja dawîye.

Econimîst dibêje: Li aliyê ava Dicle li deverek bilind cihek nû hatiye avakirin, pêşerojek bê reng û ne zelal li pêşiya xelkê Heskifê li vê devera nû hatî avakirine.

Hinek xelk li vê devera nû cih bûne, berpirsa hinek eserên qedîm ji Heskîfa kevin rakirine anî ne vê deverê.Minareyek, Hemamek û deriyek ji dema Roma û çend mezar anine Heskîfa nû.Li heskifa kevin xaniyên antiq hebûn lê niha avahiyên wek hev ber bi kontara ciyê ve rêz kirine.

Pisporek li deverê dibêje: Xelkê jiyana xwe bi geştiyariyê û xwedî kirina ajala berdewam dikira. Lê niha herdu jî dimirin. Insanên deverê berê xwe dan bajarên mezin. Qalikên wan ji bo avê li vi herêmê cih bibûn û niha ew ji bo avê ji herêmê bar dikin diçin.

Eve dehê salane ji bo Heskîve ji hole rakin plan dihatin kirin. Plana ewil sala 1950 destpêkir heta 2006ê berdewam bû.Xelke deverê li dijê vê projeyê derket û protesto kirin, Iraqê ji bo ku av li ser wan tê qut kirin li dijê vê projeyê sekinîn. Li himber hemû muxalefetê serokkomar Erdogan ev proje bi cih kir.Ev proje salê 1200 Megawat elektrikê diafirîne û ev tê wateya ku salê 412 milyon dolar dikeve destê dewletê de.

Di teoriyê de Heskîf di nava listeya Mîrasên Cihanê ya UNESCO de dixeyê. Tirkiye ji berî vê deverê bihêle bin avê de dikariye cardin fikarê bike. Lê têzanin ku tenê hukumet dikarin daxwazê bikin ku devrek bikeve di nava lîsteya UNESCO de, ihtimala Erdogan û hukumeta wî vê bike jî gelek zeîf e.

Werger: Rojevakurd

 

Back to top button