
Naveroka pilana herêma ewle hate eşkerekirin û milyonek penaberên Suriyeyê dê li herêma ewle werin bicîkirin.
Rojnameya Haberturkê ya Tirkiyeyê eşkere dike: Dê li herêma ewle ya bakurê Suriyeyê 10 bajarok û 140 gund werin avakirin. Serjimêriya gundan 5 hezar, yên bajarokan jî 30 hezar kes e. Dê li her gundî hezar xanî û her bajarokî jî 6 hezar xanî werin avakirin. Avakirina mizgeft, nexweşxane, zanîngeh, werzîşgeh, xwendingeh, yarîgeh û gelek projeyên din di pilana herêma ewle de heye. Herwiha dê ji bo çandiniyê erd ji bo xelkê were dayîn û tê pêşbînîkirin ji bo projeya herêma ewle 27 milyar dolar pere dê were serfkirin.