Perwerde û xwendina bilind, kilîla hemû serkeftin û pêşketinekîne

Êvariya îro înê 27/09/2019 bi amadebûna birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, mamosta û xwendekar û kesukarên xwendekaran, li bajarê Hewlêrê rêwresma dîdara derçûyên Zanîngeha Kurdistan – Hewlêr birêveçû.

Li rêwresmê da birêz Serokê Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir ku eve jî naveroka wê ye:

Amadebûyên birêz!

Êvara we baş…

Xweşhalim ku vê êvarê li gel we yên birêz da, beşdarî vê rêwresmê dikim. Hûn hemû bixêrhatin. Bixêrhatinekî taybetî li wan kesan dikim ku ji rêyekî dûr hatine û bi taybetî ji bo vê rêwresmê ji derveyê welat vegeriyane, bixêrhatin.

Ewê gelek cihê xweşhaliye, eweye ku îro berhema (13) salên proseya zanistî ya Zanîngeha Kurdistan – Hewlêr li vir dibînîn, ku min pirsiyar kir ji bo çi vê rêwresmê xistine roja înê, ku roja pişû û bîhnvedanê ye?!

Bi bersîvê gelek xweşhal bûm ku gotin: Rojên dewamê hinek ji we yên birêz li hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê nikarin cihê karên xwe bi cîh bihêlin, ji bo wê yekê îşê kargehek, kompanyayek yan nivîsîngeheke birêvebirin li wê cihê ku kar lê dikin, ranewestê!

Ku wate hûnên birêz, ev lawên serkeftiyane, bi tevahî berhemê pêkanîna wê nêrînê ne ku Zanîngeha Kurdistan – Hewlêr li ser damezraye, ew jî pêgihandina kadîrên kilîlî û jêhatî û bi şiyan ji bo bazara kar, ji bo dahênan û birêvebirin û xizmetkirina welat bi baştirîn awayî.

Cihê şanaziye li gor amaran ku îro hatin pîşandan, ji sedî noht û nehê derçûyên Zanîngeha Kurdistan – Hewlêr li warên gelek girîng yên wekî kertên: Uze û enerji, neft û gaz, dîplomasî, peywendiyan û ragihandin, li her dû kertên taybet û giştî da kar bi destên we ketiye, yan we bi xwe karê xwe ava kiriye û her hûn bi xwe jî bi awayeke gelek baş birêvedibin û derfetên kar ji bo xelkekî din û ji bo hinek ji hevpol û hevkarên xwe jî dabîn kiriye.

Birastî birêvebirên vê zanîngehê hêjayî destxweşiyekî zêdene, ji ber ku Zanîngeha Kurdistan – Hewlêr tu demekî nexwestiye tenê hilgirên bawername derbixê ku nikarin kar peyda bikin, yan tenê çavê wan li wê bê hikûmet kar bide wan û wekî fermanber dabimezrên! belkû herdem armanc ewe bûye, gencên zîrek û bi şiyan û şarezayê kar amade bike. Bi xweşhaliyê ve hûn niha dibînîn, pêkanîna wê armancê, hêvîdarim her bi vî awayî jî berdewam bê.

Zanîngeh divê xwendekar derbixe ku bazar û kar, çaverêya wan bin û pêwîstiya wan pê hebê, neku ew bi xwe ji bo kar bigerê û peyda neke. Wekî pêştir jî min gotiye: Perwerde û xwendina bilind, kilîla hemû serkeftin û pêşketinekîne li her welatek, divê xwendina bilind li gel pêdiviyên me û li gel bazara kar biguncênîn.

Birêzan…

Hest bi şanaziyekî mezin dikîn ku dibînîn Zanîngeha Kurdistanê li 13 salên derbasbûyî da destebijêrekî lawan li Kurdistanê dirust kiriye ku îro karîgeriyekî berbiçav li civaka Kurdistanê da heye. Cihê şanaziye ku derçûyên vê zanîngehê dibînîn lawên şarezayê karin, zimanzanin, hizir vekirîne, dahêner û li serûyê hemûyan ve jî niştimanperwerin dixwazin xizmeta welatê xwe bikin.

Her li vir da dixwazim destxweşiyê li wan derçûyên Zanîngeha Kurdistan – Hewlêr bikim ku piştî derçûna li Zanîngehê, hê jî li xwendina bilind de berdewamin û li baştirîn zanîngehên cîhanê li wan waran da dixwînin ku ji bo Herêma Kurdistanê gelek pêwîstin. Hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim. Ji wan re dibêjîn: Kurdistan çaverêya serkeftineke mezintir li we û vegerana we ye. Çav li şarezayî û pîsporiya we ye ji bo xizmet û beşdarîkirina li pêşxistina zêdetirê welat û civaka me.

Hemû amar û çîrokên serkeftina vê zanîngehê, wê yekê ji me re dibêjin ku divê Zanîngeha Kurdistan – Hewlêr wekî pêwîstiyek ji bo pêgihandina kesên bi şiyan û pêşeng li gelek warên kar û birêvebirinê da, berdewam bê û zêdetir pêşbikevê. Baweriya min bi serokayetî û mamostayan û xwendekarên vê zanîngehê heye ku dikarin zanîngeha xwe zêdetir pêşbixin, em jî bi hemû şiyana xwe ve hevkarê Zanîngeha Kurdistan – Hewlêr û hemû zanîngehên Kurdistanê dibîn.

Spasî Zanîngeha Kurdistan – Hewlêr dikim ku derfeta xwendinê bi xwendekarên hemû navçe û beşên Kurdistanê û parêzgehên Iraqê û hemû pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê daye û li 13 salê temena xwe da zêdetirê 1200 xwendekar li çendîn beşên cûda warên endazyarî, zanista civakî, dermansazî, kar û birêvebirina kar da pêgihandiye û li vê zanîngehê derçûne û karên baş bi destên wan ketiye. Derçûyên Zanîngeha Kurdistanê, serkeftiyane cihê destê wan bi cihê karên wan ve diyare. Spas ku hevkarê zarokên şehîdan û xwendekarên zîrekê kêmderat kirine bo ku derfeta wan hebê li vê zanîngehê de bixwînin.

Amadebûyên xweşdivî…

Komkirina herî zêdetirê derçûyên Zanîngeha Kurdistan – Hewlêr ku eve ji bo cara yekeme tê kirin, bîroke û karekî mînake heta bibêjî başe. Destxweşiyê li wê hizrê û li rêkxerên vê rêwresmê dikim. Divê ev kombûn bibe derfetek ji bo dirustkirina tora peywendiya di navbera derçûyên vê zanîngehê li gel hevdû û bihêzkirina peywendiya derçûyan jî li gel Zanîngeha Kurdistan – Hewlêr da.

Mirovayetî bi karê hevbeş û têkilheviyê geş bûye, hûn jî dikarin wekî Zanîngeha Kurdistan – Hewlêr komelekî zanistî û pêşketî li rêya vê peywendiya berdewam di navbera xwe de dirust bikin.

Ev kombûna girîng ji bo pêzanîn û rêzgirtina dû aliyan ji bo derçûyên zanîngeh û zanîngeh ji bo derçûyan. Demeke ji bo pêzanînê. Ji bo rêzgirtin û pêzanîna we yên ku zanîngeh bi derçûyan bexşiye û derçûyan jî bi civak û welat bexşiye. Bêguman kar û karîgeriya derçûyên zanîngehê jî li cihê kar û civakê da, cihê şanaziyekî mezine ji bo Zanîngeha Kurdistan – Hewlêr.

Birêzan…

Hûn ku li vê zanîngehê derketin û îro bûne birbirê pişta vê damezraweyê û kar têda dikin, kesê jêhatiyê taybetin. Serkeftina we li xwendin û li kar da, îlhambexş û handerê nifşên piştî we bi xwe ye ji bo xwe westandin û şev û roj xebata bi navê serkeftina mezintir da. Pîrozbahî û destxweşiyê li we dikim, hêvîdarim mînakên we her zêde bê li welatê me.

Birastî xweşhalim ku li vir pêşeng û sermeşqê nifşeke jîr û zîrek û jêhatî yên Kurdistanê dibînim. Hebûna we yên xweşdivî û ev pêgeh û post û karê pê gihîştîn, ew erk û xizmeta her yek ji we li warek da dike, belgeyekî diyarê rast û dirust û serkeftina vê nêrînê ye ku Zanîngeha Kurdistan – Hewlêr li ser damezraye û bûne cihê şanaziya îro.

Ez piştrastim hûn û lawên pêgihîştî yên wekî we dibine dinamoya serkeftin û pêşketina gelek mezin ji bo gelê Kurdistanê li hemû waran da. Hûn berhemhênan û birêvebirin li welatê me da bêguman pêşdixin, ji ber ewe jî ji wê yekê piştrastim ku hûn cihê şanaziyê ne ji bo xwe û ji bo welatê xwe û ji bo malbatên xwe.

Dûbare bixêrhatina we hemûyan dikim. Spas û destxweşî û pêzanîn ji bo Serokayetiya Zanîngeha Kurdistan – Hewlêr û wan hemû mamosta û karmendên birêzên her li roja yekem ve heta niha li zanîngehê kar û xizmetê kirine ku hinek ji wan li vir rûniştîne, yan niha li cîheke din xizmetê dikin û nifşeke jîr û jêhatî wekî we pêdigihînin.

Hêviya serkeftinê û êvareke xweş ji bo we hemûyan dixwazim. Carekî din dixwazim bibêjim ku gelek xweşhal bûm ku min beşdarî li vê rêwresmê da kir. Piştî sêzdeh sal ewê ku li bîra min hat, rêk me Zanîngeha Kurdistanê ji bo ewe damezrandibû ewên li vê zanîngehê derdiçin bikarin xizmeta welat bikin û vî welatî pêş bixin.

Xweşhalim ku îro dibînim piştî sêzdeh sal lawên jêhatî pêgihiştin û piştrastbin paşaroj ji bo we ye û serokayetî û pêşengî ji bo berev pêşvebirina vî welatî li stûyê we daye, eve erkê we giran dike û ne hêsane, erkê ser milê we gelek zêdetir giran dike, hûn serkirdeyê paşaroja vî welatîne, Kurdistan pêwîstî bi we heye, divê wê yekê têbigihin. Em milletekîn tenê dikarîn bi fêrbûn, bi zanistê xwe biwestînîn, dikarîn pêşbikevîn, cihê cografya me wiha ye, welatê me wiha ye, em dikarîn bi zanîngeh, bi fêrbûn, bi zanistê xwe ji bo paşarojeke geştir bi piştrastiyê ve ji bo welatê xwe û gelê xwe amade bikîn û hûn jî pêşeng û serkirdeyên vî welatî dibin.

Gelek spas…

Nerîna min :