Vîdeo

Barzanî: Hhêvîdarim mamostayên olî vegerin li ser wê roja pîroz

Roja 22.09.2019ê li Hewlêra paytext Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 49. salvegera damezrandina wan û bi mebesta pîrozbahiyê, serdana Mekteba Tenfîzî ya Zanayên Îslamî ya Kurdistanê kir û ji aliyê Dr Abdulla Seîd Weysî Serokê Yêkîtiya Zanayên Îslamî ya Kurdistanê û Dr Piştîwan Sadiq Wezîrê Ewqaf û Karubarê Olî û Endamên Yêkîtiya Zanayan û hejmarek ji mamostayên olî ve hate pêşwazî kirin.

Serokê Yêkîtiya Zanayên Îslamî ya Kurdistanê ji bilî bi xêrhatin û nirxandina wê serdanê Serok Barzanî balkişand li ser dîroka xebata Yêkîtiya Zanayên Îslamî ya Kurdistanê ya li tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê kir û rola rêberê neteweyî Barzaniyê Nemir li damezrandina Yêkîtiya Zanayên Îslamî ya Kurdistanê wekî dîrokekî pir şanaziya yêkîtiya wan wesif kir.

Serok Barzanî li gotarek da tekez li ser rola wê saziya girîng ya li civaka Kurdistanê û xebata neteweyî û niştîmanî kir û got: Li bîra mine cenabê Barzanî, hewlda wê rêxistinê dabimezrênê, bêguman mamostayên olî rolekî gelek pîroz û mezin dîtiye bi taybet li şoreşa Eylûl. Şev û roj digeran li seranserê Kurdistanê û gund bi gund, xelkê handida û şîretê li wan dikir bo ku peywendiyê bi şoreş ve bikin, gelek ji wan çek hilgirt û şehîdê wan jî hebû, hêvîdarim mamostayên olî vegerin li ser wê roja pîroz.

Serok Barzanî tekez li ser cewhera dîna îslamê kir û keremkir: mixabin dibînîn li hinek aliyan ve ladan û înhîraf û ji rêderketin dirust bû, ku çi dîna îslamê dînê aştewayî û xweşdiviye, erkê we ye mirov perwerde bikin li ser bingeha perwerdeyekî dirûst û rêzgirtin û evîniyê.

Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Da’îş û terorîstan mezintirîn tawan û xiyanetê beramber bi dîn kirin, ewê terorîstan kir kijan ji wan li gel ola Îslamê yek digrê? li kuştin û birîn û şewitandina xelk. Gelek girînge xelk wiha bê perwerde kirin, dîn û niştiman ji yek neyên cûda kirin, ewê dîndar bê, hez ji niştimana xwe dike, ewê hez ji niştiman bike dîndare.

Back to top button