Civak
5 polis, zarokek du salî û 2 sivîl mirin

Li Norşînê di rêde bombeyek çandî hate teqandin. Di encama teqînê de 5 polis û du hevwelatitên sivîl jiyana ji dest dan.
Îro danê êvarî li Norşînê ser rêya giştî dema otomobila polisan derbas bûyî bombeyek ji dûr ve hate teqandin. Teqînek gelk bi hêz pêkhat û di encamê de ji polisên otomobilê de 5 kesa jiyana xwe ji dest da. Herweha li gora agahdariyan di otomobilek din de babek û keça wî jî û kesek din jî sivîl jiyana xwe ji dest dane. Temenê keçikê 2 salin.Hinek jî birîndar hene. 4 kes jî birîndarin.
Wek hercar teqîn û kuştin û piştî bûyerê polis li deverê dest operasyonek mezin kirin.Ji gelek deverên din jî polis û leşker ji bo herêmê hatin rêkirin.
Navçeya Norşînê girêdayê bajarê Bilîsê ye.