Partîyên kurdên Bakur ketin hundurê şaşîyek bê derman

BDP û çep di bin sîha sosyalîzmê de gihan hev. Partîyên ku li ber bayê BDP ê bênderên xwe didêrin jî ketin nava benda sosyalîstan. HAK-PAR û KADEP ê jî, berê xwe dan ser rêya çûn û nehatê. Di demekê ku sosyalîzim di asta xwe a helî bêhêz deye, rikin û bingehên sosyalîzmê herifînin û nema kanê biser xwe jî bê. Rêberên van partyên kurdan, barê ku dewletek wek Sovyetîstana berê nikarîbû ragirê û ji ser milê xwe û pișta xwe avet û li ber bahoz û şapatê berda û bêserî çûye, ji nûve li wî barî digerin.
Hêjî, kongireya benda sosyalîstan bi temamî ne civîyaye lê kurd dibêjin, ”şeva reş ji êvara xwe xuyaye”. Ji lept, tevger û gotarên berpirsên partîyên kurdan û ên pêşkêşên sosyalîstên hevalbendên wan aşkere û gelekî zelal xuyayî ye ku wê di bin sîha sosyalîzmê de, li dijî emperyalîzmê bibin rêzek. Belkî mêjû dubare nebê lê, dek û dolabin neyarên kurdan sedbare û sedcar dibin. Ez nabêjim bila kurd bi pirsên internasyonalî mijûl nebin. Pirsa kurdan jî yek ji wan pirsên internasyonalî ye. Lê pirsa damezrandina sîstema sosyalîzmê û cenga li dijî ”empeyalîzm^” , Yanî, șer û peçûn li dijî DYA yê, li dijî YE yê û li dijî sîstema kapîtalîstî șașîyek bê derman e.
Ҫareserkirina serêşan û pirsgirêkên cîhanê jî bi destên van dewletan pêk tên. Ger em li dijî van dewletan alaya cengê bilind bikin, wî kî destên xwe bavêjê pirsa kurdan û tesîrekê çareserîyê li neyarên kurdan bikê. Ma hêza sosyalîstên tirkan, ku di hilbijartinan de hêzan wa nagihê ji sedî yek procentî. Ev hemû dek û dolabên polîtîka dewletên derdorê nin. Yanî polîtîka dewletên ku kurd di bin desthilatdarîya wan de bê maf in. Polîtîka dewleta Sûrîyê (Baasîyan), Dewleta Tirkîyê (Leşker), Dewleta Iranê, û heta dereceyekê a Bexdayê ye jî. Ew zanin Ku cenga li dijî van dewletên ku ew ji xwe re dinbêjin ”Emperyalstin” naê serî û virt û vala ye.
Lê, bi vê sîyasetê, kurdan ji hol û hedefa wan bidûtdixin û berê wan didin devera ku ji bo fêdeya wan desthilatdarên ku tahdê û zulmê li kurdan dikin. Ji xwe ev sîyaset ji zûve hatîye ceribandin û bi vê sîyasetê, kurd ji hol û hedefa wan bi dehsalan bidûr xistibûn û neûye serî. Kurdan bi xebatkirina ji bo sosyalîzmê zararek gelekî mezin gihandîye doza xwe û hêjî kurd, ji wan dek û dolaban rizgar nebûnin. Damezandina cepheyek sosyalîstî, di dema îro de, tê wateya xerckirina enerjîyekê ku vala û berhewa diê û windakirina demê ye. Di hundurê vê cepheya sosyalîstî de hedef ”konfederalîzm” e. Yanî li nava çar dewletan de avakirina dewletek konfederalîstîye. Gotinek heye; Dibêjin:” Nikarê bi kerê di bezê kurtên” We çi li alîyekî federasyonek avakirîye maye dora alîyên din.
Gotara Ahmet Turk, di dema îro de gelekî balkêș, hisî û ji rastîye gelekî dûr e. Ahmst Turk, wisa dibêjê. -Têgihiștina polîtîka Konfederalîzmê; Wê xelkê azad bikê, mușterekên pêșeroja wan, wê xuyayî bikê û hêza xelkê li dijî emperyalîzmê wê derxê holê. Ev gotina Ahmet Turk e, di civîna ji bo pêkanîna yekkirina sosyalîstan de. Hê ji 1968 an de kurd bi gotinên formîlekirina sûko sûko hatinin xapandin û niha jî dubare dibin.
Felemez Akad 2011 10 17 Swêdê