Cîhan

Jirinovski: Dewleteke serbixwe mafê Kurdane

 

Vladimir Jirinovski Serokê Partiya Demokrata Liberala Rusyayê, li rojhilata navîn ji bo serxwebûna gelê Kurd ji civata rojava piştgiriyê xwest.

Li gor daxûyaniyeke Duma Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Liberala Rusyayê, Jirinovski iddia kiriye ku mijara serekiya nexşeya siyasiya Herêmê de serxwebûna Kurdan yek ji wan mijarên herî girînge.

Siyasetmedarê Rusî Ji Emerika Nato û Yekitiya Ewrupa daxwaz kiriye ku ji bo li herêmê şereke mezin rû nede divê xwedî li Kurdan derkevin. Bi navê mafê mirovan NATO ket nava Libyayê, niha jî di rojevê de Suriye heye. Rojava Kosovayê nas kir. Her çende eve li gor hiquqa navnetewî ne yasayiye. Lê belê heman demî de rojava, girîngiyê nade pirsgirêka Kurdan. Tirkiye ev deh sale li ser wan bombeyan dibarîne, lê belê kesek xwedî li gelên rojhilata navîn dernakeve. Heta ku pêdiviya wan Tirkiye hebe pêwîstiya wan bi Kurda nabe.

Jirinovski got Tirkiye û Iran li herêmê de tevgerên hevpar dikin, Li vî rewşî de divê Ewrupa û Emerîka vê yekê li ber çavan wenda nekin û xwedî li Kurdan derkevin. Heta niha jî dewleteke Kurdan tûne ku ew yek ji mezintirîn neteweyên cîhanê ne. Her wiha ji ber ku welatê wan ji aliyê Tirkiye, Irak, Iran û Suriye ve hatiye dagîrkirin 40 milyon Kurd li van welatan dijîn. Tekoşîna wan ya damezrandina Kurdistaneke serbixwe ev deh sal zêdetire didome. Rêvebiriya Tirkan niyaza xwe ya xerab jî li hemberî Kurdan venaşêre. Li gor siyasetmedarê Rus heta ku pirsa Kurd neyê çareserkirin rewşa herêmê dê gelek aloztir bibe.

Jirinovski bi rêya Barack Obama Serokê Emerîka, Anders Fogh Ramussen Sekreterê Giştî yê NATO yê û Heman Van Rompuy Serokê Civaka Ewrupa nameyeke nivîskî belav kir û xwest ji bo ku li Herêmê pevçûnên bi xwînî dernekeve divê li hemberî wî biryarek bidin.

Rojevakurd

 

Back to top button