Cîhan

5 kurd li Îranê hatin îdam kirin

Rejîma Îranê, 5 girtiyên kurd ên ku ji doza PJAKê cezayê bidarvebûnê li wan hatibû birrîn, sêdare dan.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê, ÎRNAyê da xuyakirin ku, 5 girtiyên kurd, li girtîgeha Evînê ya ku li paytext Tehranê ye, vê serê sibê, hatin bidarvekirin.

Hate ragihandin, ku dîlên siyasî yên kurd ên hatî bidarvekirin, ev in; mamosteyên bi navê Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan û Ferhad Wekîlî û li gel wan, Şêrîn Elem Hûlû û Mehdî Eslamiyan in. Hêjayî gotinê ye ku ew, ji doza PJAK’ê hatibûn girtin.

Li Îranê, 8 jê ji doza PJAK’ê, bi giştî 18 dîlên kurd ên din jî li jêr gefa bidarvebûnê ne. Ji van, ji Zeyneb Celaliyan, Huseyn Xizrî û Qadir Mihemedzade ev bi hefteyan e tu agahî ji wan nayên girtin.

8 jê PJAK’î, navên dîlên kurd ên din, ku bi gefa bidarvebûnê re rû bi rû ne, ev in:

Hebîbula Letîfî (Xwendekar), Rustem Arkiya, Zeyneb Celaliyan, Enwer Rustemî, Seyd Samî Huseynî, Seyd Cemal Mihemedî, Huseyn Xizrî, Hebîbula Gulperî Pûr, Şêrko Maarifî, Mistefa Selîmî Eylîyî, Mihemed Emîn Agûşî, Reşîd Axkendî, Ehmed Puladxanî, Hesen Talî, Îrec Mihemedî, Mihemed Emîn Evdilahî, Qadir Mihemedzade, Ezîz Mihemedzade.

 

om AKnews

Back to top button