Polîtîk

Gênc kategorêyeke giring ya civakê û pêşeroja welêt in

Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) digel serok û komîteya Yakêtiya Lawên Demokratên Kurdistanê civiya.

Di civînê de, rewşa gêncan li Kurdistanê, sîtema karkirina Yekêtiya Lawên Demokratên Kurdistanê, ka gelo ew sîstem digel rewşa Kurdistanê minasib be, û daxazên gêncan hatin minaqeşe kirin.

Herwesa di civînê de tekîd li ser wê yekê hat kirin ku pêwîste Yekêtiya Lawan deriyên xwe li pêşiya arîşe û daxazên gêncan veke û maf û daxaznên lawan biparêze.

Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de got: Gêncên Kurdistanê kategorêyeke giring ya civaka Kurdistanê û pêşeroja welêt in. Lawên Kurdistanê hertim ji bo edakirina kar û xebatên xwe gelek çalak û aktîv in. Eger bi awayekî rast û dirust miamele bi gêncan re bê kirin, hîngê serketin misoger dibe û pêşeroj jî geş û rengîn dibe. Ji ber hindê li ser Yekêtiya Lawan pêwîste hemû kar û erkên wan di xizmeta qazanc û berjewendiya gêncên Kurdistanê de bin.

Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de daxaz ji serok û komîteya rêvebira Yekêtiya Lawan kir ku, mecalî ji bo keçan xweş bikin da ku ew jî bikevin di jiyana rêxistnî de, gêncan bi hest û hizrên netewî zengîn bikin, gêncan bi zanist û îlmê nû çekdar bikin da ku têkelî jiyana nû û modern bibin ku, ew jî dê bibe sedemê nehêlana sistî, tembelî û paşvemayînê.
 
Nêçîrvan Barzanî piştevaniya xwe ji bo daxazên Yekêtiya Lawan ji bona xizmetkirina gêncên Kurdistanê dûpat kir.

Back to top button