Polîtîk

Gotara Serok Barzanî ya piştî civîna li gel lîsteyên serketiyên Kurdistanê

Bi navê xwedayê mezin û dilovan Hemwelatiyên birêz!

Li çarçêweya wan hewldanên ku gelê Kurdistanê, ji bo damezrandina Iraqeke demokrasî û federalî û destûrî dide, her wiha ji bo dabînkirina mafê destûriyên xelkê Kurdistanê li Iraq da, lîsteyên serketiyên Kurdistanê li hilbijartina 07/03.2010 da çendîn civînên girîng bi mebesta rêkxistina helwest û gotarên Kurdistanî li ser meseleyên çarenûsazan li Parlemena Iraqê da bi taybetî maddeya 140 pêwist bi Kerkûk û navçeyên veqetandiyên din saz kir.

Îro piştî bi encam gihiştina hewldanan, lîsteyên serketî biriyara bi pêkanîna hevbendiyeke Parlemena siyasî bi navê (Îtîlafa Fraksiyonên Kurdistaniyan – Îtîlafal Akalitil Kurdistaniye) da. Ev îtîlaf, beşdariyeke bi bandore li yekxistina helwest û daxwaz û gotara hêzên siyasiyên Kurdistanê ji bo wê yekê ye ku bi awayekî bi hêz û bi bandor karan bi cîh bike û mafên me li çarçêweya Iraqeke federal da li ser bingeha hevkarî û hevpeymanî û destûrê bi dest bixe.

Hemwelatiyên Kurdistanê!

Iraq li ber qonaxeke sext û aloz daye, berî hatina babeta vê îtîlafê, hengaveke mezine berev dakokî kirina li demokrasiya Iraq û geşkirina proseyên siyasiyan, her wiha hengaveke mezine ji bo rêkxistina nav malê Kurdistanî. Li vê çarçêweyê da, îtîlaf ku ji Hevpeymaniya Kurdistanî pêk tê, Tevgera Goran, Yekgirtuya Îslamî Kurdistan û Komela Îslamî Kurdistan, biryar daye lîjneyeke bilind ji bo raperandina karubaran pêkbîne ku bi komel serkirdayetiya îtîlafê dikin û biryar jî bi zêdetira deng û bi tewafiq dibe.

Her wiha peyrew û programa navxweyî jî pesend kiriye ji bo rêkxistina awayê îş û karan. Ji bilî van bernameyeke têr û tije ji bo danustandinan dariştiye. Piştî niha şanda Kurdistanî li Bexda bi mebesta li pêkanîna Hikûmeta nû ya Federaliya Iraqê de beşdarî bike.

Îtîlafa Fraksiyona Kurdistaniyan, li vir da, bi eşkere radigihîne ku amadeye bi hesta mesuliyetek baş bikevê proseya guftugoya siyasî û li gel hemû aliyan û lîst û hevpeymaniyên dinên Iraqê bi navê dawî anîna wê qeyrana îro ya Iraq û li pêkanîna Hikûmeta nû de lezê bikin ku li ser bingeha hevkariyê dabimezrê û tu aliyek neyê îhmal kirin. Îtîlaf amadeye li ser bingeha nêrîna hevbeş li gel wan lîst û hevpeymaniyên Iraqê pêk bê ku bernameya wan li bernameya Îtîlafa Kurdistanî ve nêzîke û amadene girêdayî destûra Iraqê bin û mafên destûriyên Kurdistanê jî cih bi cih bikin.

Mesûd Barzanî Serokê Herêma

 

Kurdistanê 09/05/2010

Back to top button