Barzanî daxwaza eşkerekirina kujerên Serdeşt Osman kir
Sebaret bi pirsa revandin û şehîdkirina xwendekar Serdeşt Osman berdevkek bi navê Serokayetiya Herêma Kurdistanê ragihand ku her li gel belavbûna nûçeya wê tawane dirindane, bi fermana birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê lîjneyeke lêkolîna taybet li Wezareta Navxo û dezgehên pêwendîdarên Herêma Kurdistanê ji bo duvdaçûna li ser vê pirsê hatiye pêkanîn û lîjneya navbihûrî li ser karên xwe berdewame.
Li dirêjiya daxûyaniyê de berdevkê Serokayetiya Herêm got:Serok Barzanî daxwaz ji lîjneyê kiriye gelek bi ciddî û girîngî duvdaçûn û lêkolîneke hur li vê rûdawa metirsîdar de bike, da ku bi zûtirîn dem ji bo destkeftên zanyarî sebaret bi vê tawana dirindane û eşkere kirina navê kujerên vê encamderê cihên yasayî destbikar bikin. Li dawiyê de berdevkê Serokayetiya Herêmê ragihand ku Serok Barzanî li vê fermanê da lîjneya navbihûrî raspardiye ku, ji bo gihiştina rastiya vê meseleyê û raya giştiya Kurdistanê û gihihandina wan kesan li ber dadgeh û sizadana wan li gor yasa hemû hêz û kiryarên xwe ji bo eşkere kirina navê kujerên vê tawanê bikarbînin.