Hevpeyvîn

HDP Dixwaze AKP Serkeve

Rojeva Tirkîyê bi hilbijardinê şaredarîyê ve hate girêdan.

Di navbera İtîfaqa Cumhur û Îtifaqa Milî de qirêneke dijwar tê meşandin.

Li vê derê partîya kilît wek Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) tê dîyarkirin. Ji bo ku HDP alîkarî bide kîjan îtîfaqê tê gotin ku ew îtîfaq dê serkeve.

Li ber vî jî helwesta HDP cîyekî gelek girîn digre.

Serokomarên Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dibêje nabera HDP’yê û Îtîfaqa Milî (CHP, Partîya Baş) de hevkarîye heye. Ji bo vî jî Erdogan angoş dike ku CHP bi terorê ve ketîye nav hevkarîyeke.

Lêkolînvan û nivîskar Azad Sagniç, di vî warî de dijî Serokomar Erdogan nêrînêke dij derdixe pêş û dibêje HDP di vê hilbiardina şaredarîyê de li bajarên Tirkîyê yê mezin wê alîkarî nede CHP û Partîya Baş, dê hevkarîya AKP’yê bike.

Azad Sagniç

Lêkolînvan Sagniç vê angoşta xwe jî wiha dîyar dike:

“Ana hemû kes bawer bûne ku HDP wê alîkarîya CHP û Partîya Baş bike. Lê ez ne di wê bawerîyê de me. HDP ana sîyasete rasyonel birêve dibe wisa diyare ku wê hevkarîya AKP’yê bike.”

Lêkolînvan Saxniç sedema vê hevkarîyê jî wiha bi lêv dike:

“HDP’yê hê bawerîya xwe ji pêvajoya aşitîyê qut nekirîye, li ber vî jî li gorî bawerîya min HDP dixwaze car din bi AKP’yê re pêvajoya aşitîyê birêve bibe. Heke hilbijêrên HDP’yê li bajarên mezin yê Tirkîye neçin ser sandiqan AKP otomotik wê serkeve. Ez bawerim ku navbera HDP û AKP’yê de peymaneke wisa heye.”

Eyub Demir/VOA 

Back to top button