Polîtîk

Serokwezîr pêşwazî li konsulusê Kuwêytê kir

Serokwezîrê  Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî  pêşwazî li Konsulê Kuwêytê yê li Kurdistanê, Omer Elkinderî û şanda pê re kir.

Li gor malpera Hikûmeta  Kurdistanê, Konsulê Kuwêytê, Omer Elkinderî di vê civînê de, ji ber derbaskirina krîzan bi awayekê serkevtî û hewandina hejmareke mezin a aware û penaberan, destxweşî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kir. Omer Elkinderî behsa wan alîakriyan jî kir, ku welatê wî pêşkêşî awareyan dike.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî spasiya vê serdanê û hevkariyên mirovî yên Kuwêytê yên bo aware û penaberên li Herêma Kurdistanê kir û di vê bareyê de bi taybetî spasiya rola Mîrê Kuwêytê û konsulê wî welatî yê li Herêma Kurdistanê kir, ji bo dabînkirina wan alîkariyan.

Di beşeke din a civînê de rewşa siyasî û ewlehiya navçeyê, pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê, serdana herî dawî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Bexdayê û hevdîtina wî li gel Serokwezîrê Iraqê, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û welatên cîran û pêşxistina pêwnediyên Herêma Kurdistanê û Kuwêytê li ser astên cuda hatin gotûbêjkirin.

Back to top button