Cîhan

Mccain pêlewan û dostê gelê Kurd bû

Şêwirmendê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê (Mesrûr barzanî) peyameke sersaxiyê li ser koça dawî ya mezinê Sînatorên Amerîkî û dostê gelê Kurd John Mccain, belav kir.Mesrûr Barzanî li ser Twitter a xwe nivîsiye: Em ji nava dilê xwe, bi koça dawî ya pêlewan û dostê gelê Kurd, sînator John Mccain xemgîn bûne.Herwiha Mesrûr Barzanî dibêje: Em sersaxiyê ji endamên malbata Mccain re dixwazin û ewê bi rêzgirtin bîra me de bimîne.John Mccain di 29ê Tebaxa 1936an de jidayik bû û piştî nêzîkî salekê ji nexweşiya Şêrpenceyê, îro 26/8/2018an koça dawî kir.

Back to top button