Cîhan

John McCain koça dawî kir

Senator siyasetmedarê navdarê amerîkî, John McCain îro yekşmeî di temenê 81 saliyê de koça dawî kir.John McCain, senatorê eyaleta Arîzona ya Amerîkayê di encama nexweşiya penceşêrê de wefat kir.  McCain di wan demên dawiyê de tûşî nexweşiya penceşêrê bibû û bo dermankirina nexweşiya xwe çareseriyên pizîşkî werdigirt, lê herî dawî di roja şemiyê de malbata wî ragihand, tevî ku McCain îradeyeke bihêz heye, lê nexweşiya wî bi awayekê berdewam geşe dike û hevdem temenê wî jî zêde ye, lewma MacCain biryar daye ku êdî çareseriyên pizîşkî wernegire.McCain ser bi partiya komariyan a Amerîkayê bû û dema şeş xûlan senatorê eyaleta Arîzonayê bû. Herwiha di sala 2008ê de jî jib o hilbijartinên serokatiya Amerîkayê weke berbijêrê komariyan rikeberî li gel Barack Obama kir.Senator McCain yek ji wan kesan bû ku li pişt biryara şerê Iraqê yê di sala 2003ê de û rûxana rejîma Sedam Hisên bû, herwiha yek ji wan kesatî û siyasetmedarên Amerîkayê bû, ku gelek caran Pirsa Kurdî dikire rojeva siyaseta Amerîkayê. McCain piştevanekî bihêz ê Kurdan bû, bi taybetî di şerê li dijî DAIŞê de û pêwendiyeke baş li gel piraniya serkirdeyên Kurd hebû.Ew senatorê xuya û bibandor ê Amerîkayê yek ji wan kesatî û siyasetmedarên Amerîkayê bû , ku di kongrêsa wî welatî de piştgirî li rola bilind û çalak a Waşingtonê li Rojhilata Navîn dikir, herwiha piştgirî li hevpeymanên Amerîkayê yên weke Îsraîl, Siûdiye û Kurd dikir û li dijî neyarên weke Îran û Rûsyayê dixebitî.Senator McCain di sala 2014ê de serdana Başûrê Kurdistanê kir û li gel Serok Mesûd Barzanî civiya.

View image on TwitterRoja semi 27-12-2014, li bajarê Hewlêrê serok Mesûd Barzanî pêşwazî li John McCain û şandeke pê re kir. McCain di wê hevdîtinê de, ku wê demê Herêma Kurdistanê li dijî rêxistina DAIŞê di şerekî mezin û dijwar de bû, tekezî li ser wê yekê kir, ku gel û hikûmeta Amerîkayê berdewam dibin li ser alîkarî û piştevaniya bo Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorê de.

Senatorê navdarê amerîkî herwiha tekezî li ser pêşxistina pêweniyên dîrokî yên navbera herdu gelên Amerîka û Herêma Kurdistanê kir.John McCain di 30-11-2015 de jî serdana Herêma Kurdistanê kir û li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.McCain wê demê di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re got: “Ez dixwazim dua û hevsoziyên xwe arasteyê hemû wan malbat û wan pêşmergeyan bikin, ku canê xwe di rêya azadiyê de bexşîne.”Her di roja 22-05-2017 de Şêwirmendê Encûmea Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Waşingtonê bi John McCain re civiya. Di wê hevdîtinê de jî McCain ragihandibû, ku Kurd dikarin pişta xwe bi wê dostatî û piştgiriyê qahîm bikin, ku di kongrêsa Amerîkayê de bo wan heye. 

View image on TwitterPiştî bûyerên 16ê Cotmeha sala 2017an de jî, wî senatorê amerîkî bi tundî rêveberiya Trump rexne kir, ji ber ku bi gotina wî, Waşington bûye sedem ku milîsên Şîe û grûpên tundrew hemû valahiyan li Iraq û Sûriyê tije bikin.

John McCain di civîneke taybet a Senatoya Amerîkayê de ku derbarê siyaseta Amerîkayê li Rojhilata Navîn de bû û di 08-11-2017 de birêveçû, ragihandibû, ku Îranê bi rêya Qasim Sulêymanî pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê aloztir kir. Rûdaw

Back to top button