Serok: Pêwîst e piştgirî û dostatiya John McCain di bîreweriyên me de bimîne

Serok Barzanî ji ber koça dawî ya senatorê amerîkî John McCain peyameke hevxemî û serxweşiyê belav kir û têde ragihand, “pêwîst e piştgirî û dostatiya John McCain di bîreweriyên me de bimîne.”Serok Barzanî di peyameke twîterî de ragihandiye: “Ez gelek xembar im bi koça dawî ya senator John McCain, ew kesê ku pêwîst e piştgirî û dostatiya wî li gel Kurd di bîreweriyên me de bimîne.”Serok Barzanî di dawiya peyama xwe ya twîterî de dibêje: “Rihê wî di aştiyeke hertimî de şad be.John McCain senatorê eyaleta Arîzona ya Amerîkayê îro yekşemiyê di temenê 81 saliyê de ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir.McCain weke siyasetmedarekî amerîkî yê dostê Doza Kurd dihat naskirin û gelek caran Pirsa Kurdî li Amerîkayê dikire rojeva siyaseta wî welatî.Senator McCain pêştir çend caran serdana Herêma Kurdistanê kiribû û bi Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re civiyabû.

Nerîna min :