Rewşa Kurdistana Rojava têkçûye
Li gorî berpirsên partiyên Rojavayê Kurdistanê roj bi roj rewşa Kurdistana Rojava zêdetir têk diçe û bajar û gundên Kurdan li wir ji Kurdan vala dibin û tejî Ereb dibin, bi vê yekî jî PYD berberpirs e. Herwiha eşkere dikin ku niha zêdetirî 250 endam û serkirdeyên partiyên Rojava do zindanên PYDê de ne.Rewşa Kurdan niha li Rojavayê Kurdistanê di metirsiyeke mezin de ye, ku PYD guh nade hizb û aliyên din ên Rojava û çi tişta ku nakeve berjewendiya gelê Kurd, PYDê wê dike. Dijayetiya xelkê dikin û bajar û gundên Rojava ji Kurdan vala bûne û tije Ereb bûne.Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Nûrî Birîmo derbarê wan helwestên PYDê ji malpera KDP.info re ragihand: “Heta niha ji bo jihevnêzîkbûna aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê tune ye. Rewşa Rojava roj bi roj têk diçe. PYD bi şêweyeke leşkerî kar dike û heta niha ti asoyeke zelal li Rojava tune ye, ji ber ku ew wek partiyeke Kurdî kar nakin. Rast e di ragihandinên xwe de behsa kongreya neteweyî dikin, lê ew dijî projeya neteweyî ne.”Nûrî Birîmo wiha got: “PYD xizmeta dijminan dike, ku ev 70 sal e rêjîma Sûriyê Kurdan davêje zindanê, niha jî PYDê wî karî berdewam dike û zindanîn wê tije Kurd bûne. Efrîn jidest çû û herêma Cezîrê jî 75% bûne Ereb.”Ji aliyê xwe ve, Serkirdeyê PDK-Sê Kawa Azîzî ji malpera KDP.info re ragihand: “Rewşa Rojavayê Kurdistanê niha xerabtir dibe. Berê xelkê Efrînê hemû Kurd bûn, niha 30% Kurd tê de nemane. Kobanî û Cezîrê jî tije Ereb bûne û Kurd bûne kêmîne. PYD Efrîn û Minbic û gelek bajarên din firoştin ji bo berjewendiyên xwe. Qendîl çi fermanê bide wan, ew cîbicî dikin û ti tişteke baş ji bo Kurdan nekirine. Hemû alî û welat kirine dijminê Kurdan. Ti baweriya xelkê Rojavayê Kurdistanê bi PYDê nemaye. Tenê bi şer û girtin û kuştinê li Rojava mane. Rojane endam û serkirdeyên partiyên Rojava digrin. Heta yekî azad dikin, 3 digrin. Niha zêdetirî 250 endam û serkirdeyên me di zindanên PYDê de ne.”