CîhanPolîtîk

Serokwezîr Yekêtiya Ewropayê re gavên pêkanîna hikûmeta nû nirxandin

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 26.06.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Ramon Blecua Balyozê Yekêtiya Ewropayê li Îraqê û şandeya pê re kir.Di civînekê de her du aliyan behsa wan kelem û astengyan yên li pêşiya danûstandinên pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqk hene û çewaniya nehêlana wan astengiyan kir. Her du alî hevfikir bûn ku divê lez li çareserkirina pirsgirêkan bê kirin û danûstandinên pêkanîna kabîneya ya ya hikûmeta Îraqê dest pê bikin û rola aktîv ya aliyên kurdistanî di danûstanên pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê de bi pêwîstî hat zanîn.Hevkariyên Yekêtiya Ewropayê yên di warê mirovî  û pêşdebirina saziyên hikûmetê li Herêma Kurdistanê di civînê de haitn gotûbêj kirin û di vê çarçoveyê de Nêçîrvan Barzanî hevkarî û alîkariyên Yekêtiya Ewropayê yên di warê aborî, bazirganî û sîstema bankayan ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê bi giring wesif kir.Zêdetir pêşvebirina têkeliyên navbera welatên Yekêtiya Ewropayê û saziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê di hemû waran de, mijarek din ya civînê bû. 

Back to top button