Berpirsên PKKê tên girtin û mikûr tên
Rojane di medya Tirkî de di derbarê şerê navbera PKKê û dewletê de nûçeyên balkêş derdikevin. Herweha di medya PKKê de jî gelek cara behsa van nûçeyan nayê kirin , yan jî nûçeyên dijê medya Tirkî belav dikin.Kijan raste kijan ne raste baş nayê zanîn. Lê rastiyek heye ku, di vî şerê bê wate de gelek ciwanên kurd jiyana xwe ji dest didin. Zererek mezin digihê jiyana civakî li herêmên Kurdistanê. Yanî bi awayek din ev şer bi temamî li dijê kurdane û zerera mezin dide kurda. Hêdî kî ji bo çi armancê vî şerî berdewam dike tu qîmetê wê tuneye.


