DosyaPolîtîk

Serokwezîr: Ewropa piştevaniya hikûmeteke bihêz li Kurdistanê dike

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di preskonferensa xwe ya hetftane de, roja 21.12.2017ê li bajarê Hewlêrê, behsa çend pirsên giring yên weke; rewşa vê dawiyê ya Herêma Kurdistanê, serdana şandeya balaya Kurdistanê bo Almanyayê û dîdar û civînên bi mezine berpirsên wî welatî re kir û bersiva pirsên rojnamevanan da:Serdana şandeya Herêma Kurdistanê bo AlmanyayêLi ser vexwandina wezîrê derve yê Almanyayê ku ew di heman demê de cîgirê serokwezîrê wî welatî ye, me serdana Almanyayê kir. Di wê serdanê de em digel serokwezîr xatûn Angela Markel , wezîrê derve, parlamenato û wezîra bergiriyê civiyan. Me, ji bona wan alîkariyên di warên mirovî û leşkerî de pêşkeşî Herêma Kurdistanê dike, sipasiya Almanyayê kir. Di şerê dijî DAÎŞê de Almanya alîkariya Pêşmerge kir ku bergiriyê ji Kurdistanê bike û di vê çerçoveyê de rola Pêşmerge û Herêma Kurdistanê bilind nirxand.  Di civînan de me behsa wê yekê kir ka çawa Ewropa dikare di destpêkirina pirosesa siyas, diyalog û danûstaninan de alîkar be, me ev pirs digel xatûn Merkel û wezîrên derve û bergiriyê behis kir. Me hest pê kir ku Almanya bi hevbeşî digel Fransayê dixwaz in, ji bona çarerserkirina hemû pirgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê di çarçoveya destûra Îraqê de û ji bona aramîyê û gihiştin bi wan mafên destûrî ku Herêma Kurdistanê û gelên Îraqê deng ji wê destûrê re daye,  alîkariya Herêma Kurdistanê bikin.Me ji desthilatdarên Almanyayê re diyar kir ku, em bi destûra Îraqê û çareserkirina hemû pirsan li gor destûrê pabend in, bi biryarên Dadgeha federaliya Îraqê pabend in û hûrmetê ji wan biryarên derkirine digirin û em hêvîdar in pirgirêkên Hewlêr û Bexdayê di çarçoveya destûrê de bên açreser kirin. Me pabendiya xwe bi Îraqeke yekgirtî ku bikaribe xweşjiyaniyê ji bo hevwelatiyan dabin bike, nîşan da. Bi awayekî giştî ev vexwandina bo Almanyayê peyamek bû ji bo wê rola Herêma Kurdistanê di çend salên borî de rûbirûbûya DAÎŞê lîstiye û peyamek bû ku ew dixwz in di çareserkirina arîşeyan de alîkar bin.Rewşa Herêma Kurdistanê bi giştî û ya Silêmaniyê bi taybetîWeke prensîp li hemû welatên demokratîk, tevî Herêma Kurdistanî jî, xwepîşandan mafê welatiyan e, lê diruskirina aloziyan, şewitandina fermangehên hikûmî, qaymeqam û baregayên partiyan, bi rastî ev nakeve di çarçoevya daxwazkirina mafan de, ev zêdetir, mixabin, destekî têkder heye dixwaze bi vî awayî arasteya xwepîşdandan ku dixwazin bi awayekî aram û dûr ji tundûtîjîyê daxwaza mafên xwe bikin, bi aliyek din de bibin û ji rê derbixin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi cidî dê bixebite ku rê li pêşiya wan bûyeran bigire. Em dizanin tehrîk heye, em dizanin xelk heye piştevaniyê lê dike ku rewşa Herêma Kurdistanê zêdetir aloz bibe. Lê em wê yekê dibînin ku, hêzên emnî û gelê Kurdistanê dijî vê rewşê ne. Ev coşeke cemawerî nîne, eve desteke ji bo têkdanê û dixwaze arîşeyan çê kin. Sipasiya gelê Kurdistanê dikim ji bo têgihiştina wan. Bê şik em têdigihin ku xelkî daxwazkarî hene, lê tevî vê jî îro pêwîstiya me bi yekrêziyê heye, yekrêziya aliyên siyasî û yekrêziya gelê Kurdistanê bi awayekî giştî. Eger hûn hizir bikin  kengî ev bûyer qewimîn, di wê demê de ku hêzên îraqî li eniya Mexmor gefên êrîşkirinê dikir û di eynî wextî de ew têkdan li tixûbê wîlayeta Silêmaniyê dest pê kirin.Gefên gelek cidî li ser Herêma Kurdistanê hene, divê gelek bi hişiyarî serederiy digel vê pirsê bikin. Eger em yekrêz nebin û jibona derbasbûn ji vê rewşê hevkar nebin, di vê rewşê de kes serkeftî nabe. Hemû hêzên siyasiyên Kurdistanê û gelê Kurdistanê jî divê wê yekê bizanin ku ew pîlana li ser Kurdistanê gelek ji wê mezintire ya ku hest pê tê kirin. Di vê qonaxê de yekrêzî dikare me derbas bike. Meseleya jiyara xelkî, ev daxwazeke rewa/adil e, lê tevî vê jî ez dixwaz im cemawerê Kurdistanê û hûn yên birêz jî wê yekê bizanin ku dahatiniyê Herêma Kurdistanê piştî van bûran bi nîvî bûye. Berê eger me karî bû 500 hezar bermîlên neftê bo derve bişînîn, niha ji bo 250-300 hezar bermîlan daketîye. Ew deriyên ser tixûb digel Îranê bi tenê yek derî bi fermî vekiriye û yên din hêşta daxistîne. Ew alavên daxilî Herêma Kurdistanê dibin ber bi deverên din yên Îraqê tên hinartin, lê li xalên kontirolan bi navê Heşda Şaibê û yên din gomrik lê tê wergirtin, ev hemû bûne sedem ku dahatiniyê Herêma Kurdistanê kêm bibe.  Lê ev wê manayê nade ku em gihiştine qonaxekê ku em nikaribin miaş dabîn bikin, ez dxwazim wê bêjêm ku ya ji destê me bê ji bona dabînkirina miaş em dê bikin û em berdewam dibin û rê jî heye di paşerojê de ji bê rewşa nexweş derbiçin.HilbijartinHeftiya borî min nameyek ji parlamentoya Kurdistanê re şand û jê daxwaz kir ku bicivin û wetekî ji bo encamdana hilbijatinan destnîşan bikin ku ji sê meha derbas nebe. Ez bi qenaet dibêjim, eger em bixwazin ji vê rewşê derbiçin, divê hilbijartin li Herêma Kurdistanê bên kirin û Komisyonê jî berheviya xwe nîşan daye û dest bi amadekirina lîsteyên dengderan kiriye û dest bi pirosesê kirye, em jî dê bi fermê digel parlamentoya Kurdistanê û Komisyonê ji bona destnîşankirina roja encamdana hilbijartina ku ji sê mehanderbas nene biciv in.Xwevekişandina Goran û Komelê ji hikûmetêBiraderên Goran ev demeke ne di hikûmetê de ne û li gor biryara wan ew dê di îdareya Silêmaniyê û deverên ser bi wê ve, bimînin. Lê nisbet Komeleya Îslamiya Kurdistanê, ez jî weke şexis tênagihim, weke we min jî ji mdeyayê zanî ku Komele di daxuayniyekê de xwe ji hikûmetê vekişandiye. Mixabin, divya  bû ew digel hikûmetê biciviyana û hokraên vekişîna xwe ji me re behis bikraya, divya bû bi me re qise bikraya. Em hûrmetê ji biryara wan re digirin. Lê me daxwaz kiriye piştî sê mehên din hilbijartin bên kirin, tu sedem ji bo biryara wan nînin.Ez, weke Serokwezîr, hikûmeta herêma Kurdistanê, li ser yekrêzitê biîsrar im, di vê qonaxa dijwar de divê em hemû bi hev re bin, lê eger aliyek din nexwaze bi vî awayî be, me ev yek pê çê dibe ya ku niha heye. Ev pirsek yasayî ye, divê ew wezîr nameya îstîfakirina xwe pêşkeş bikin, pişt re divê serokwezîr wê nameya îstîfakirinê pesind bike. Mesele bi tenê bi ragehandinê nabe. Ev çwar sal in em bi hev re ne, gelo heta niha wan nedizanî rewş bi çi awayî ye? niha ew têgihiştin kêmûkasî hene? Bi tenê sê meh ji bo hilbijartinan mene. Bila milet biryar bide ka hedefa wam çiye? Ez behis nakim.Rola Almanya, Fransa û nameya serokomarê ÎraqêAlmanya û serokomarê Fransayê jî, eger her du welatan ew rexbet hebe ku cenabê serokomarê Îraqê ji bo çareserkirina arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê rola xwe bilîze, me ew rexbet heye. Lê divê terefê bermaber jî ku Bexdaye ew rexbet hebe. Ew dixwazin li ser vê pirsê bi me re kar bikin û me jî hemû berhevî heye wê destpêşxeriyê qebûl bikin  ku ji bo danûstandinan alîkariya me bikin. Nameya serokomarê Îraê bi destê me gihiştiye û em ji bo diyalogê amadene,  bi a me divê serkomar zêdetir rol bibîne daku ev danûstandin digel Bexdayê dest pê bike.Pirsa balefirxane û deriyên ser tixûbanDestûra Îraqê rêya çawaniya birêvebirina balefirxane û deriyên ser tixûban diyar kiriye, li gor destûra Îraqê hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeye digel Îraqê ji bo birêvebirina balefirxane û deriyên ser tixûban weke di destûrê de hatiye diyar kirin îdareya hevbeş pêkbîne û arîşeyan çareser bike. Daxistina balefirxaneyan ji bo kesên nexweş ku çûnûhatina derve dikin, pirsgirêkek mezin çêkiriye, ji bo rêxistinên mirovî ku alîkariya koçber û penaberan ku hêşta milyonekûpêncsedhezar li Herêma Kurdistanê hene dikin, piroblem derxistine……berê axaftina min li serokwzîrên Îraqê ye ku piştî serêsalê balefirxaneya veke û pirsgirêkên hene bi diyalogê çareser bike, ji vê alternatêvê tu alternatîvek baştir nîna ku ji bo çareserkirina arîşeyan alîkariya me bike.Hevwelatî baca pirgirêkên navbea Hewlêr û Bexdayê didinEger li rewşa Îraqê temaşe bikin, ji roja damezrandina wê û hat îro, çima pirsgirêk nehatine çarser kirin? Ji ber ku bi cidî kar li ser çareserkirina wan nekiriye. Hertim li ser wî esaî bû ka kî bihêz e û kî lawaz e, bi dîtina min, dîrok û tecrûbeyê îspat kiriye ku eger li ser vî esasî Bexda serederiyê bi pirsa kurd re bike bi tu awayî ev pirs çareser nabe. Divê bi awayekî stratejîk, dûr ji wê yekê ka kî bihêz e û kî lawaz e, bicivin û arîşeyan çareser bikin. Ev îradeye li cem me heye û  kûratiya stratejiya Herêma Kurdistanê Bexda ye û em dixwazin digel Bexdayê pirsên xwe çareser bikin û çareseriya pirsgirêkên me li cem Bexdayê ye,  ew îradeya li cem me heye, hêvîdar in li cem Bexdayî jî hebe daku bigihin çareseriyekê di berjewendiya hemû gelên Îraqê de, bi hemû pêkahteyan ve, be.Hilweşandina hikûmetêPirsa hilweşandina hikûmetê aktuel nîne, em nizanin çima divê hikûmet bê hilweşandin, di demekê de ku em dibêjin di nava sê mehan de hilbijartin bên kirin, tu hêcet ji bo hilweşandina hikûmetê namîne.  Yekrêzî bi zorê dirust nabe, ji vê yekê zêdetir em nikairn tiştek din bikin. Min hûrmet ji helwesta her partiyekê re heye, lê ya giring divê di vê pirsê de em realîst bifikirin, ya giring eve ku, bi awayekî biryar bidin bi giştî di berjewendiya Herêma Kurdistanê de be. Çwar sal in em bi hev re kar dikin û sê meh ji bo hilbijartinan mane, niha ew têgihiştin ku kêmasî hene û divê xwe ji hikûmetê vekişin? Eşkereye ku ew dixwazin lîstikek siyasî bi eqlê xelkî bikin. Eger ne wisa be, sê mehên din hilbijartin tên kirin û sindoqên hilbijartinê û gel hemû pirsan yekalî dike. Gelê Kurdistanê pirsan yekalî dike, kîjan hizib derdiçe û  çi desthilatê dixwaze. Divê em pirsên xwe bi rêya sindoqên dengdanê yekalî bikin. Bixwevekişandinê ji hikûmetê ne tu pirs çarser dibin û  ne jî tiştek tê guhertin.Serok ji aliyê gel yan ji aliyê parlamento dê bê  hilbijartinHeta niha pirsa hilbijartina serokê Herêma Kurdistanê nehatiye behis kirin. Lê em emaden evê pirsê bixin ber behis kirinê daku bê zanîn bi çi awayî serok bê hilbijartin û di vê digel parlamento ev pirs bê gotûbêj kirin.Bexda û miaşê Herêma KurdistanêRojane serokwezîrê Îraqê dibêje ku ew amadeye miaş binêre û amadeye pere bide. Piştî ew tiştê li Kerkukê hatî kirin, bi wê nefta li Kerkûkê ye, ne rê didin Herêma Kurdistanê îstîfade ji wê neftê bike, ne ew bi timamî îstîfade jê dikin, min bihîstiye hindek ji wê neftê diçe Îranê û yan din jî li wir dimîne. Eger ew ew qas di xema welatiyên Herêma Kurdistan in, çima mecal nadin bi rêkeftinekê ew neft ji bo derve bê şandin bi sîstemekê ku her du alî li ser li hev bikin miaşê Herêma Kurdistanê dabîn bike.Hemû roja li ser televizyonê dibêje: em dê miaş bidin, em amadene miaş bidin. Ev hemû ji bo wê yekê ye ku xelkê Kurdistanê wisa têbigehîne ku ew amadeye miaş bide lê hikûmeta Herêma Kurdiastnê nahêle. Niha jî em careke din dubare dikin ku em amadene  lîsteyên miaşgiran li gor sîstema Biometry ji wan re bişînin bila hûrbîniyê di lîsteyan de bikin û miaşan bişînin. Eger ew ji bo danûstaninê amade bin, em emade ne. Danûstandin rêya herî başe.

Back to top button