Polîtîk

4 delegeyên KNK daxwaza kombûna Kongreya Neteweyî dikin

Ehmed Tirk Serokê Bajarvaniya Mezina Mêrdînê, Mulkiye Birtane Parlementerê Qersê yê HDP û Îmam Taşçier û Adem Ozcaner delegeyên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê daxwaz dikin ku KNK kom bibe.

Piştî ku Daîş li Iraqê bajarê Musilê dagîrkir 4 delegeyên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Ehmed Tirk Serokê Bajarvaniya Mezina Mêrdînê, Mulkiye Birtane Parlementerê Qersê yê HDP û Îmam Taşçier û Adem Ozcaner daxuyaniyek belavkirin û daxwaz kirin ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê kom bibe.

Di daxuyaniyê de daxwaz kirin ku li pêvajoya ku Rojhilata Navîn rû dide, pêwîstiya wê yekê heye ku Komîteya Amadekarê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê kom bibe. Hemû deman de dewletên zilhêz li rojhilata navîn de bernameya xwe hebûne û îro jî ev siyaset bername û planê wan heye.Li hemberî vê yekê pêwîste projeyeke hevpar ya Kurdan jî hebe. Eger Kurd Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê pêkbînin dikarin li ser xetekî siyasî de kom bibin. Li ser vê yekê jî em daxwaz dikin ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê kom bibe.

Back to top button