Nivîsar

Gelo bo çi hinek kurd heyranê zimanê tirkî ne

Nivîskar û rojnamevanê kurd Têmûrê Xelîl di nivîseke xwe de li jêr navê (Çima tirkî li ber dilê hinek kurdan ezîz e) di malpera Nefel de weşandiye û tê de dibêje ku, baldariyên wî yên gelek salan ew gihande ser wê baweriyê ku, li bakurê Kurdistanê ew kurd bi tirkî dipeyivin ku tirkîya wan zêde ne baş e, an jî xirab e. Û ew kes bi kurdî dipeyîvin ku tirkîya wan gelekî xweş e: 

– Gelek kurd dema bi tirkî dipeyîvin, difikirin ku ew medenî ne. Eger wisa be, wê demê kurdên Ermenîstanê gerekê zêdetir bi rûsî û ermenî bipeyivîyana, ji ber ku rûs jî, ermenî jî ji tirkan gelekî medenîtir in. Lê ne kirin, ji ber ku ji bo me zimanê dayîkê zimanê herî şîrin e li cihanê, wek ku dayîka mirovan dayka here şîrin, here hizkirî, here ciwan û here bi aqil e. Gelo we dîtîye û bihîstîye ku meriv jinekê bibîne û bêje? – Xwezî ev jin dayka min bûya! 

Xelîl di nivîsa xwe de behsa siyaseta şaş a siyasetmedarên kurd li Tikiyeyê dike û dibêje ku siyasetmedarên bakurê Kurdistanê di vî warî de, di warê teşwîqkirina bi tirkî peyvînê de roleke gelek mezin lîstiye û dilîzin.

Nivîskar behsa rola şaredarê berê yê Amedê Osman Baydemir ka çewa bi kudiyek şêrîn di peyvî û şaredara niha ya Diyarbekirê bi kurdî nizane û yên din jî neçar dike bi tirkî bipeyvin. Angor nivîskar dixwaze bêje ku, siyaseta şaş a BDPê wisa dike ku, tirkî li ber dilê kurdan ezîz û şêrîn bike:

– Gelek sîyasetmedarên me roleke sereke dilîzin. Ezê nimûneyekê bînim: Ez berî du salan li şaredarîya Diyarbekirê bûm mêvanê birêz Osman Baydemîr. Tevaya sohbeta me bi kurdî bû. Dû ra çend xebatkarên şaredarîyê jî hatin, ew jî bi kurdî xweş dipeyivîn. Birêz Osman Baydemîr rojtira din ez ezimandim, gelek kes berev kirin, em li cîyekî xweş rûniştin, bi kurdîyeke xweş bi hev ra axivîn. 

 Lê niha şaredar kesek e ku bi tirkî diaxive. Wek şexs ew karê wê ye ku bi çi zimanî diaxive, bîr û bawerîyên wê yên sîyasî çi ne, bi şertê ku wek sîyasetmedar bi axavtina xwe  zirarê nede pêşketina kurdîyê, kurdan mecbûr neke bi tirkî biaxivin.

 Lê wisa dertê ku ”bi saya serê” şaredara tirkîaxêv hemû karmendên şaredarîyê jî wê ji bo xatirê wê bi tirkî bipeyivin, wê axavtina li şaredarîyê tam bibe tirkî, kîjan gundî û bajarî bo pirsekê serî li şarederîyê xe, axavtin wê bi tirkî be, an jî wê bi wergeravan be. De îcar mêze bikin ka axavtina şaredarekê a bi tirkî çiqas zirarê dide kurdîyê, kurdîtîyê û kurdmayînê. An jî, şaredar ”kedeke” çawa dike nava pêşketina tirkîaxivîna kurdan. Lê bajar bajarê kurdan e, welat welatê kurdan e, kesên deng dane wê û ew hilbijartine jî kurd in. 

Nivîêskarê kurd yê ji Ermenistanê di nivîsa xwe de dibêje ku, şaredarîyên Cizîrê û Mêrdînê ne tê da, hema bêje hemû şaredarîyên Kurdistana Bakur ku ketine destê kurdan, di vê rewşê da nin:

– Belê, BDP bi ser ket û gelek şaredarî ketine destê kurdan, lê gelo em dikarin ji vê ra bêjin ”serketin”? 

Sîyaseta bi mejûyê tirkan va nixamtî kurdên bakur gîhande wê dereceyê ku berê kurdan navên tirkî li zarokên xwe dikirin û ew zarok bi kurdî dipeyivîn, niha navên kurdî li zarokên xwe dikin, lê zarok bi tirkî dipeyivin: Gelo bo çi hinek kurd heyranê zimanê tirkî ne? 

Back to top button