PAKê li Amedê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

PAKê roja 29.06.2017ê li Amedê bi semînerekê di salvegera 92emîn ya darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî de ew bi bîr anîn.PAKê îro li Teşkîlata Amedê ya PAKê bi minasebeta bi bîr anîna Şêx Seîd û hevalên wî semînerek li dar xist.Semîner di saet 13.00ande ji bo Şêx Seîd û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî Serokê Teşkîlata Amedê ya PAKê Hanîfî Turan axaftinek kurt kir û bername da destpê kirin.


