CivakPolîtîk

Êdî PKK li Şingalê bidawî dibe..Encumena xwe hilweşandine

Fermandarê Êzdî yê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Dirbo eşkere kir ku zêdetirî 1000 çekdar ji hêza PKKê cuda bûne û encumena xwe jî hilweşandine û êdî hebûna wan li Şingalê bidawî dibe.Qasim Dirbo ji malpera KDP.info re ragihand: “Riwê rastîn ê PKKê ji xelkê Şingalê re eşkere bû û xelk ji wan dûr dikevin. Zêdetirî 1000 çekdar ji hêza PKKê cuda bûne û piraniya wan hatine û tevlî Hêzên Pêşmerge bûne. Pişrî cejnê dê perwerdeya wan a leşkerî bidawî were û piştî wê jî dê hejmareke din ji wan çekdarên ku cuda bûne, bên perwerdekirin. Çekdarên Êzdî yên din, hinek ji wan PKK ne û hinek jî bûne Heşda Şeibî, lewma di nava wan kêşe û pirsgirêk hene û çeperan li hemberî hev dikolin û rê li pêşiya hev digrin.”Dirbo wiha got: “PKK encumenk li Şingalê ava kirbû wek encumenên xwe yên kantonan, lê beriya çend rojan serokê wê encumenê Xidir Salih dest ji karê xwe berda û niha ew encumen têk çûye û hilweşaye. Êdî dawiya PKKê hatiye ji ber ku baweriya xelkê Şingalê bi PKKê nayê.”

Back to top button