Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye kongreya xwe ya şaxê Diyarbekirê li darxist. Wek tê zanin PDK-T amadehiya kongreya xwe ya giştî dike û ji bo wê yekê jî kongreya teşkilatên xwe yê bajara pêktîne.Di derbarê kongreya bajarê Diyarbekirê de PDK-T şaxê Diyarbekirê daxûyaniyek ragihand.Daxûyanî:PDK-T (Partiya Demokrat A Kurdistanê -Tirkiye) Şaxê Diyarbekirê Kongra Xwe Ya Yekemîn Lidarxist.Di 11 Adarê de li bajarê Diyarbekirê PDK-T şaxê Diyarbekirê qongra xwe ya yekemîn lidar xist. Di kongrê de weke serokê şaxê Diyarbekirê İbrahim ÇAPA hat hilbijartin.Delegeyên kongrê di nava xwe de pirsgirêka Kurdistanê niqaş kirin.


