Civak

Welatên biyanî rasterast termê welatiyên xwe ji PYDê wernagirin

Berpirsê xala sînorî ya Pêşabûrê Şewket Berbuharî ragihand ku kantonên Rojavayê Kurdistanê dixwazin termên şervanên biyanî bi xwe teslîmî nûnerên welatên wan bikin, lê nûnerên welatan li Kurdistanê jî wê yekê qebûl nakin û lewam jî em dighînin destê wan. Şewket Berbuharî ji malpera KDP.info re ragihand: “Her termek ku ji Rojavayê Kurdistanê dighê cem me û eger şehîdekî perçeyên din ên Kurdistanê be, em radestî malbatên wan dikin. Lê eger ew şehîd ê welatekî biyanî be, nûnerê welatê wî tên û em radestî wan dikin. Wek mînak 2 term gihîştin Başûrê Kurdistanê ku yek Amerîkî û yê din Almanî bû. Yê Amerîkî Konsulxaneya Amerîka ji xala sînorî ya Pêşabprî wernegirt û daxwaz ji me kir ku em ji wan re bighînin nexweşxaneya Hewlêrê da ku ew jî ji wir werbigrin, herwiha yê Almanî nûnerê Konsulxaneya Almanya ji Hewlêrê hat û wergirt.” Şewket Berbuharî wiha got: “PYDê dema ku termên şehîdên biyanî ji Rojava tîne Başûrê Kurdistanê, dixwaze bi xwe wan terman radestî nûnerên welatên wan bike, lê nûneratiyên welatên biyanî wê yekê qebûl nakin û li ser daxwaza wan em wan terman dighînin destê wan.” Berbuharî wiha domand: “Berdewam dema ku termê şehîdan tînin ser sînor em ambolansên xwe dişînin cem wan û em birêz ji wan werdigirin û piştre em radestî nûnerê welatê wan dikin û serî de û heta niha em bi vê riyê kar ligel termên şehîdên wan dikin û me qet rê li pêşiya hatina terman negirtiye.”

Back to top button