
Raperîn ku sembola têkoşîn û şoreşê ya ji bo bidestxistina armancan û rizgariya gel û welat e, di 5’ê Adara 1991’an de li Raniya li Deriyê Raperînê dest pê kir. Gel bi cesaret û îradeya xwe bajar ji bindestiyê rizgar kir û li seranserê başûrê Kurdistanê jî îlhama serhildanên bi vî rengî kir. 5’ê Adarê di dîroka Kurdan de rojeke girîng e û Raniya jî deriyê vê serhildana dîrokî ye.
Em gelê Kurdistanê pîroz dikin û hêza yekgirtî û têkoşîna hevpar a azadî û xwerêvebirinê silav dikin.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bang li partî û aliyên siyasî yên li hemû deverên Kurdistanî dike ku ji bo pêşxistina yekîtiyê û avakirina pêşerojeke baştir ji bo hemû Kurdan xebata hevpar bidomînin.
Pêşî em li dijmin bixin, paşê em dikarin nîqaş bikin.
Em şehîdên raperînê, jin û zarokên leheng ên ji bo azadiyê canê xwe feda kirine bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku fedakariya wan ti carî nayê jibîrkirin.
,
Berzan Kockaya
Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd