30 xortên kurd jî tevlî ‘’Vîcdanî Red’’ bûn
Li Stenbolê 16 û li Îzmîrê jî 14 xortên kurd ‘’Vîcdanî Rêd’’ên xwe daxuyakirin.
16 xortên Endamên Komîsyona Vîcdanî Red ya Şaxa Komaleya Mafê Mirovan Stenbolê da zanîn ku ‘’ Derewkariya herî mezin piştî gotina aştî tevlîbûna şer e’’
Duh ji aliyê 14 kur û 2 jî keçik bi giştî 16 kes ve daxuyanî hate dayîn . Kesên ku di daxuyaniyê de cih girtin ew in: : Adnan Elma, Beritan Ayazoğlu, Dilan Ayazoğlu, Fırat Serihan, Hüseyin Akıntı, İsmail Kurt,Emrah Akıntı, Emrah Yoruş, Ramazan Aydinç, Sami Anık, Savaş Aydinç, Sinan Şimşek, Şahin Akıntı, Şehmus Taşkın, Tahir Akıntı û Uğur Akıntı.
Ahmet Demîrsoy li ser navê Komîsyonê daxuyaniyê xwend û got : Bi dehan sale ku dewlet hêzên çektariya xwe xurttir kir . Kesên desthilatdar û yên muxalif jî bi rêbazên şerxwazî dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin. Heta ku çavkaniyên mirov yên şer naqede, şer û pevçûn jî her berdewam bibe. Ew mirovên ku leşkeriyê red dikin di heman demê de dilopekî avê ji bo gola aştiyê bar dikin.
Ji berê ya her tiştî ji ber mirovahiyê em naçin eskeriyê. Xirakirina pergala bazirganên çek û fikrên şerxwazî , dawîanîna şewitandina gund û daristanan û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd em naçin eskeriyê.
Ji dayikên aştiyê Güler Buğday jî got : Em jî xwedî zarokên esker û gerîllane.30 sale ku şerekî qirêj heye û her du xelkê li hev dixin.Em pir girîngiyê didin ji Vîcdanê Redê re . Ji bo me tevgera Vîcdanê Red weka çalakiyekî aştî û bratiyê ye.
Berpirsyarê ÎHD yê ( Komaleya Mafê Mirovan ) Doğan Ozkan jî got :Em jî wek şaxa ÎHD yê piştgiriyê didin ji Vîcdanê Redê re.
Li gor nûçeya Demokrat Radyoyê li Îzmîrê jî 14 xortên Kurd Vicdanê Redên xwe daxuyakirin.
Berê ya wan daxuyaniyan Kurdên bi navê Mahîr Yuksel û Adem Dilbaz jî tevlî Vîcdanê Red bûbûn.