Civak

Ji Mêrdînê bêhnekî xweş tê

Li Mêrdînê ji bo vekirina karistanekî kozmetîkî gavên erênî hate avêtin. Tê gotin ku ew karistan li Kurdistanê herî mezin û li Ewropa jî seyemîn karistanê kozmetîkê ye

Di herêma organizê sanayî ya Mêrdînê de xwediyê  sêyemîn firmayê kozmetîk ya Almanyayê ‘’ Dieter Zigel’’ û karsazê Mêrdînî Nurî Taniş  di 30ê Kewçêrê de li ser qada 10 berecotê ji bo avakirina  karistanê li hev kirin.

Taniş da zanîn ku li Almanyayê kuafor bûm û li ser kuaforî îcazetnameyê min heye. Li Almanyayê gelek kuaforên min hene. Di derhaqa berhemên por û kozmetikiyê de nêzîkî 2 sal bi awayekî zanîstî xebatên min hene.

Piştî perwerdehiyên por û kozmetîkî ji bo kuaforên xwe, me  berhemên xwe çêkir û ji muşteriyan jî tepkiyên erênî hate stendin. Di dawiyê de jî me destpê çêkirina berhemên xwe kir. Kuaforên ku derûdorê me bûn daxwaza berhemên me kirin. Dema ji bo berhemên me alaqa zêde bû me karistana xwe vekir.

Ji Tirkiye , Irak , Suriye û ji Almanya daxwaz zêde bûn. Li hemberê wan pêşketinan me karê xwe mezin kir. Hevdîtinên min ên digel xwedî sêyemîn karistanî kozmetîk Dieter Zigelê jî bi erênî derbas bû û ji bo vekirina karistanekî biryar hate dayîn.

Min xwest ku ji bo welatê xwe xizmetek bikim û deynê xwe bidim. Hawkarê min ya Alman di piyasayê Almanyayê astekî berz de ye. Anîna wan ya Mêrdîn gelek zehmet bû . Di destpêkê de ji bo 50 kes emê derfetê kar bidin. Hêjmara karkeran jî digel mezinbûna me girêdayiye û em daxwaz dikin ji bo gelek kes derfetê xebatê bidin.

Back to top button