Roja 18.10.2010ê civata wezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê di bin serokatiya Behem Salih serokê hikûmeta herêma kurdistanê de civiya.
Di civîna civata wezîrê Kurdistanê de biryar hat dan ku 8 lîwayîn nû yên leşkerî yên yekgirtî li ser mîlakê wezareta pêşmerge pêkbînin ku dê meaş û pêdawîstiyên wan ser bi wezareta pêşmerge ve bin û girêdayî tu hêzên siyasî, rêxistin û partiyan nabin.
Hemû pêşmergeyên wan partiyên beşdarî di xebata çekdarî de kirî dê di nav wan 8 lîwayên nû de bên rêkxistin û dê ser bi wezareta pêşmerge ve bin.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê behsa giringiya biryara yekgirtina hêzên pêşmergeyê Kurdistanê kir û got:
– Pêkanîna yek hêza pêşmerge ya yekgirtî di çarçoveyê wezareta pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê de, yek ji karên me yên pêşîneyî bû. Di qonaxa yekem de pêkanîna 4 lîwayên yekgirtîyên pêşmegey pêngaveke serkeftî bû, îro jî me biryar da 8 lîwayên din ji pêşmegey yên yekgirtî pêkbînin. Em vê yekê dikin daku hêza pêşmerge bi awayekî organîzekirî bê amadekirin û di çarçoveyê sîstema bergiriya Îraqa federal de bergiriyê ji herêma Kudistanê û destkeftiyên wê bike.
Her li dor pêkanîna 8 lîwayên pêşmerge yên nû û yekgirtî, Cefer Mistefa wezîrê pêşmerge yê hikûmeta herêma Kurdistanê got:
– Pênagva yekem me karî du lîwayên pêşmerge ser bi wezareta pêşmerge ve pêkbînin. Îro me dest bi qonaxeke din kir û 8 lîwayên nû pêkbînin. Li gor serkê herêma Kurdistanê û serokê hikûmetê divê heya dawiya îsal hemû hêza pêşmer di çarçoveyê wezareta pêşmerg de yekbigire û êdî herêma Kurdistanê yek hêza apêşmerge ya yekgrtî hebe.